Parlamenterên dê biçubana Kobanê hatin astengkirin
14:31
JINHA
RIHA - Parlamenterên Parlemena Herema Federal a Kurdistanê ku dixwestin ji bo rewşa Kobanê di cih de bibînin derbasî Kobanê bibin, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin astengkirin.
Parlamenterên PDK, YNK, Goran, Hizbi Şuî, Yek Gurtî Îslam, Komala Îslamî, Partiya Karkeren Rêzderan Kurdistan û nûnerê ermenan ku ji bo rewşa Kobanê di cih de bibînin û derbarê rewşê de ji bo parlamentoyê raporekê amade bikin, dixwestin derbasî Kobanê bibin li gundê Etmanekî ji aliyê leşkerên tirk ve bi hinceta biryara walitiyê hatin astengkirin. Parlamenterên HDP'ê Mulkiye Bîrtane û Esad Canan jî li gel koma parlamenteran re ne.
Rayedarên leşkerî ji parlamenteran re gotin, "Em we bi wesayîtên zirxî bibin deriyê Murşît Pinarê. Hûn li wir dikarin Kobanê bibînin" jî red kir û gotin ku ew dixwazin biçin Kobanê.
Sekna parlamenteran a li gundê Etmanekê didome.
(zt)

