Necmettîn Çelîk ê li Misricê birîndarbû jiyana xwe ji dest da

14:35

JINHA


SÊRT - Necmettîn Çelîk ê ku li navçeya Misircê ya Sêrtê di êrîşa cerdevanên xizmên Şaredarê Misicê yê AKP'î Nevzat Karatay û endamên meclîsa Giştî yên AKP'î ya çekdarî de birîndarbûyî jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Misircê ya Sêrtê di encama êrîşa çekdarî ya cerdevanên xizmên Şaredarê Misicê yê AKP'î Nevzat Karatay û endamên meclîsa Giştî yên AKP'î ya çekdarî de Yusuf Çelîk (17) û Nûnerê MEYADER'ê yê Misircê Mehdî Erdogan jiyana xwe ji dest dabûn û bavê Yusuf Çelîk Necmettîn Çelîk jî bi giranî birîndar bibû. Çelîk ê ku bi giranî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê ligel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

(zt)