DAIŞ’ê êrîşên li dijî deriyê Murşitpinarê zêde kirin

14:40

JINHA


KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe yên ser Deriyê Sînor ê Murşitpinarê zêde kirin da ku dest deynin ser.


Li gorî agahiyên ku nûçegîhana ANHA'yê ji herêma Kobanê dane, çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li dijî deriyê sînor ê di navbera Kobanê û Pirsûsê de (Murişitpinar) tund û zêde kirine. Çeteyên DAIŞ'ê herêma deriyê sînor hedef girtine û hemû çekên giran bikar tînin. Her wiha sekvanên xwe rastî deriyê sînor bicih kirine.


Ev 25 roj in çeteyên DAIŞ'ê ku hemû hêzên xwe li derdora Kobanê kom kirine bi çekên herî giran êrîş dikin. Li hemberî van êrîşan şervanên YPG, YPJ û gelê herêmê bi derfetên kêm û çekên sivik li ber xwe didin.


(zt)