Perwîn Babekir: Divê em di asta navnetewî de li Kobanê xwedî derkevin
14:52
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera YNK’ê Perwîn Babekir diyarkirin ku ev dîmen weke şerê cîhanê yê dûyemîn, li Leningradê wê demê Leningrad rolekî mezin leyîstibû, ji bo wê jî pêwîste em jî weke wê demê li berxwe bidin. Perwîn di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Pêwîste em di asta bilind ya navnetewî de li Kobanê xwedî derbikevin dakû em Kobanê rizgar bikin.”
Parlamentera Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Perwîn Babekir da diyarkirin ku xeteriya ser Kobanê, tê wateye xeteriya ser Rojavayê Kurdistan, Kerkûk û hemû kurdan. Perwîn Babekir derbarê êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê û rojavayê Kurdistanê de wiha axivî: “Pêwîste hemû Kurd li Kobanê xwedî derbikevin. Ji ber ku xeteriya ser Kobanê, xeteriye ser Rojava, Kerkûk û hemû Kurdistanêye.”
‘Pêwîste em di asta bilind de li Kobanê xwedî derkevin’
Perwîn Babekir diyarkirin ku ev dîmen weke şerê cîhanê yê dûyemîn, li Leningradê wê demê Leningrad rolekî mezin leyîstibû, ji bo wê jî pêwîste em jî weke wê demê li berxwe bidin. Perwîn di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Pêwîste em di asta bilind ya navnetewî de li Kobanê xwedî derbikevin dakû em Kobanê rizgar bikin.”
(zt)

