YPG: Çeteyan bi tekviye û çekên giran êrîşên xwe dijwar kir
15:16
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de, çeteyên DAIŞ’ê ji rojava, başûr û rojhilatê Kobanê êrîşên dijwar pêk anîn. Di encama şer û pevçûnên şevê din de 60 çete hatine kuştin, topek 57 hatiye rûxandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên hersê eniyê Kobanê eşkere kir. Navenda Çapemeniyê çeteyên DAIŞ’ê ji rojava, başûr û rojhilatê Kobanê êrîşên dijwar pêk anîn, lê şervanên me bi îrade û biryardariyeke xurt bersiv dan û gelek wendahî çeteyan. Daxuyaniya ku YPG’ê di malpera xwe ya fermîde weşandî wiha ye: “ Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 24. de jî dewam dikin. Çeteyên DAIŞ’ê ji Raqa, Dêra Zor, Mimbic, Til Ebyad û ji hin deverên Iraqê hêz û çek û cebilxaneyên anîn êrîşê Kobanê dikin. Li hember van êrîşên giran hêzên me jî bi awayekî bêhempa li ber xwe didin. Di 24 saetên dawî de, çeteyên DAIŞê ji rojava, başûr û rojhilatê Kobanê êrîşên dijwar pêk anîn, lê şervanên me bi îrade û biryardariyeke xurt bersiv dan û gelek wendahiyên çeteyan çêbûne.
Doh piştî nîvro ji eniya rojhilatê bajêr destpêkirin û li sê eniyên din êrîş kirin û şer heta derengiya şevê dewam kir. Li van eniyan jî şervanên me êrîşên wan şikandin. Wekî din, çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ku li hember hêzên me bi wesayitên bombebarkirî êrîşên întîharî pêk bînin. Di encama mudexeleya şervanên me de ev wesayit di nava komên çete de hate teqandin. Li gor tespîta hêzên me di vê eniyê de giştî 26 çete hatine kuştin.
Li eniya Miştenurê jî, doh danê êvarê şerên dijwar qewimî û li vir jî 13 çete hatin kuştin û topeke 57 jî hatiye ruxandin.
Li eniya Başûr jî şereke sîng bi sing pêk hat û li vir jî 9 çete hatin kuştin.
Ji doh êvarê û vir ve li hember eniya rojavayê Kobanê çeteyan 7 êrîş pêk anîn, lê ji aliyê hêzên me ve hatine şikandin û di van şeran de jî 12 çete hatine kuştin.
Di 24 saetên dawî de, 9 hevalên me ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa û destanwarî nîşan dane û bi rihê fedayitiyê bi qehremanî şehîd bûn.”
(zt)

