BÎKG: Dê bi komîsyona şopandinê pêvajoyê bişopînin

14:53

 


JINHA


İSTANBUL –  Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan encamnameya konferansa xwe aşkera kir.  Di encamnameya konferansê de wiha hat gotin: “Em hene, em ê her tim hebin Emê her tim daxwazên xwe bi dengeke bilind binin ziman. Azadiya me azadiya hemû kesan e.


Konferansa Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan 4’ê gulanê pêk hat, Aktîvîstên Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan îro li Restoranta Cezayirê encamnameya xwe raya giştî re par vekir. Nûnerên saziyên sivîl, parlamenter, siyasetmedar, rojnameger, akademisyen û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Zehra Îpek, Melek Tayman, Esra Mungan, Banu Vardar û Fîlîz Karkuş ve hevpar hat xwendin.


‘Em ê her tim hebin’


Di encamnameya konferansê de hat diyar kirin ku dê gruba şopandin û hevdîtinê avabikin. Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Pêvajoya müzakere û aştiyê pêvajoyeke bi risk e.  Lê em jin wekî her car hebin û her hebin. Emê niha bi dengek bilin daxwazên xwe bînin ziman. Ji bo me tişta herî girîng azadiya me azadiya hemû kesa ne.”


Daxwazên jinan…


 Jinan di daxuyaniyê de bal kişand ser paşvekişandina li derveyî sînor a hêzên PKK’ê û da zanîn ku di vê pêvajoyê de divê kesek zirar nebîne. Her wiha divê operasyonên leşkerî bên bi dawî kirin. Pêvajoya müzakereyê divê bi edalet, wekhev û azad bê meşandin.  Em carekdin dubare dikin, ji bo aştiyeke mayinde û aştiyeke civakî divê daxwazên jinan li ber çavan bê girtin.


‘Kar û barê me gelek e’


Nivîskar Oya Baydar, piştî daxuyaniyê axaftinek kir û destnîşan kir ku ev pêvajo di  nava rojek an jî di  nava mehekî de xilas nabe. Rêyek pir dirêj li pêşiya me ye. Oya, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo hêzên demokratik ên Tirkiyeyê û jinên Tirkiyeyê pêvajoyek hatiye destpêkirin. Karê  û barê gelê kurd ên ku mafên van hatiye îhlalkirin û derdorên demokratîk ên Tirkiyeyê gelek e. Di vê pêvajoyê de divê me hevdû baş fêm bikin û yek bi yek têkiliyan daynîn.”


‘Aştî dê bi destê jinê pêk bê’


Piştî Oya Baydar parlamentera berê ya CHP’ê Gulseren Onanç jî axivî û bal kişand ser rol û mîsyona jinê û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Aştî dê bi hewldana jinê pêk bê. Her wiha divê zimanê ku li Enqereyê tê bikaranîn bê guhertin. Tevlibûna rêxistinên jinan a pêvajoyê girîng e.  Li Enqerê jî Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan heye û ezê li vir ji bo pêvajo yê aktiftir bixebitim.


Wêne-Dîmen: Zehra Dogan/ Eylem Daş


(la)