Li gelek deverên Rojhilat jî çalakiyên ji bo xwedîderketina li Kobanê bilind dibin
15:47
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê bi girseyî tên şermezarkirin. Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Sine, Mahabad, Ciwanro, kırmanşan, Urmiye û li paytexta Îranê Tahran û bajarê Tebrîz êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê bi girseyî tên şermezarkirin.
MAHABAD
Li bajarê Rojhilatê Kurdistan Mahabadê çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedana Kobanê, şervanên YPG/YPJ’ê hat silavkirin, dirûşmayên naletkirina DAIŞ hatin gotin.
SINÊ
Li bajarê Sinê jî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê hat şermezarkirin û ev peyam hat dayîn: “Teqez mûdaxeleya çeteyên DAIŞ ên êrîşî Kobanê dikin bikin.”
CIWANRO
Bajarekî din ê Rojhilatê Kurdistanê yê çalakî lê hat pêkanîn Ciwanroyê ye. Çalakiyekî girseyî hat lidarxistin.
URMIYE
Bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz li Urmiyeyê çalakiyek hat lidarxistin û di encama mudaxeleya hêzên ewlehiya rejîma Îranê de 4 kes hatin binçavkirin. Çalakî li ber avahiya sefaretxaneya Tirk a li Urmiyeyê pêk hat û piştî 10-15 deqeyan polîsên rejîma Îranê mudaxele kirin. Di çalakiyê de dirûşimên dilsoziya bi Kobanê û YPG’ê re hatin gotin.
Hate ragihandin ku wê îro li Parka Toxmîmorxî ya Urmiyeyê di saet 16.00’an de ji aliyê Ciwanên Welatparêz ên Urmiye ve çalakiyeke şermezarkirinê bê lidarxistin.
KIRMANŞAN
Hat ragihandin ku wê 10 cotmehê li yek ji mezintirîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê Kirmanşanê xwepêşandaneke girseyî bi armanca piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re bê lidarxistin. Komîteya Amadekar banga tevlîbûna çalakiyê li gelê Kirmanşanê kir.
TAHRAN/TEBRÎZ
Li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li paytextê Îranê Tehranê çalakî hat pêkanîn. Li Tebrîz jî xwendekarên zanîngeha Tebrîz çalakî pêk anîn.
Di çalakiya jin û zilam bi hev re tevlî bibûn de dovîzên bi nivîsa “Kobanê ne bi tenê ye”, “Berxwedana jiyan e”, “Bimire DAIŞ”, “Bimire Dewleta Îslamî” hatin hildan.
(zt)
