Bînnaz Toprak: Jin her tim alîgirê nûbûnê ne

01:53

 


Eylem Daş/JINHA


STENBOL – Parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Bînnaz Topraka got ku  dema jin mijarek digire dest ji mêran serkeftîtir dibe û wiha axivî: “Binnaz, da zanîn ku ji ber ku jin dema mijarek digire dest bi vijdan tevdigere û samîmî nêz dibe. Jin her tim alîgirê nûbûnê ne û alîgirê guhertina Tirkiyeyê ne.”


Parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Bînnaz Toprak tevli konferansa Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan bû. Ji bo Bînnazê di vê pêvajoyê de konferanseke bi  vî rengî hatî lidarxistin bi watedar e. Bînnaz, der barê konferans û pêvajoyê de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekir.


Bînnaz Toprak, diyar kir ku ez hêza jinan bi bawerim, dema jin mijarek digire dest ji mêran serkeftitîir dibe. Binnaz, da zanîn ku ji ber ku jin dema mijarek digire dest bi vijdan tevdigere û samîmî nêz dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jin rêbaza adaptasyona derdorê baş dizane û her tim alîgirê nûbûnê ne. Jin ji bo guhertina Tirkiyeyê her tim rê û rêbazên nû digere."


‘Konferanseke girîng e’


Bînnaz, daxuyand ku konferansa Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê ya ku 4'ê mehê hatî lidarxistin girîng e. Ji ber ku li Tirkiyeyê 30 sal in şerek heye. Di vê şerî de 50 hezar kes jiyana xwe ji dest da. Herî zêde jî ciwan di vî şerê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo min tişta herî girîng jî gotinên siyasetmedara ne. Her tim li ser rondîkên dayikan siyasetê dikin. Ez vê nêzîkatiyê samîmî nabînim. Her kes heman tiştî dibêje lê kesek nakeve nav hewldanekî."


‘Ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê’


Parlamenter Bînnaz, di axaftina xwe de piştgirî da pêvajoya aştiyê û wiha got: "Tenê derketina derveyî sînor û dev jî berdina çekan ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Divê li Tirkiyeyê demokrasî li pêş bikeve. Ne tenê mafên kurdan divê bi taybetî mafê hemû gelan bê dayîn. Kesîmên ku bi salane tên perçiqandin divê mafên van bê dîtin. Her kesimek pirsgirêkek van hene û divê hemû jî bê dîtin. Divê li Tirkiyeyê wekhevî pêşbikeve. Mafê azadiyê bê dayîn."


‘Divê nêzîkatî biguherin’


Bînnaz Toprak, got ku dewlet bi hiqûqê nêz nabe û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di makeqanûnê de xala 301'emîn de ev tişt diyare. Ji ber ku ev xal hêj fikr û ramanê sûc dibîne. Dadgehên Reyaya Taybet û berhemên vê çend navên xwe guhertibe jî di esasê xwe de nêrîn neguheriye. Rewşa redkarên vijdanî li holê ye. Kesên ku perê van hebin dikarin neçin leşkeriyê lê kesên ku perê van nînbin û naxwazin şer bikin divê biçin leşkeriyê. Divê ev nêzîkati biguhere."


‘Jinên ku aştiyê dixwazin hene’


Parlamenter Bînnaz bal kişand ser daxwaza aştiyê û destnîşan kir ku gelek jinên CHP'î aştiyê daxwaz dikin. Bînnaz wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lêkolînên ku min bi salan kiri vî tiştî nîşan dide. Demên boriyê min gelek lêkolîn kir, di encamên lêkolînê de rastiyek derket holê. Jinên demokrat û azadîxwez di nava CHP'ê de hene. Gelek jinên ku di nava CHP'ê cih digirin wekî min difikirin. Lê fikrên cuda jî hene. Di nav AKP'ê de jî gelek nêrînên cuda hene û polîtîkayên partiya xwe naecibînin. Lê neçarin ku wekî partiya xwe tevbigere û bêdeng bimîne. Gelek jinên ku di nava CHP'ê de cih digirin cuda difikirin. Lê jinên ku wekî min difikirin jî hene. Ez bawer dikim ku her ku biçe hejmara me jî zêde bibe û partiyê biguherîne."


‘Dê cudabûnê derxin holê’


Bînnaz, herî dawiyê bal kişand ser konferansa Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê û da zanîn ku hewldanên bi vî rengî girîng e. Bînnaz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kurd, tirk, çepgir, demokrat û hwd. jin tevli vê konferansê bû reng û fikrên cuda hebûn jî. Jin ji bo aştiyê li hev civiyan û ev tişt watedar e. Em jin hêvî dikin ku li Tirkiyeyê cudabûnek derxin holê."


Wêne- Dîmen: Leyla Aya/Eylem Daş/Zehra Dogan


(la)