Nameya şervanek YPJ’ê ya ji bo diya wê...

08:52

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Ev 26 rojin şervanên YPG û YPJ’ê li heberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek bê hempa didin û li hemberî hemû êrîşên hovane Kobanê diparêzin. Şarvanek YPJ’ê ya kum e navê wê ne zanî ji bo diya dest daye pênûsê û nameyek nivisiye. Di be ku navê wê nayê zanîn lê berxwedana jinan ya di eniyên şer yên pêş de b ime dayîna nasîn bese. Yan jî dibe ku carekê em jî biçin Kobanê wî deriyê kesk yê ku hemû şona guleyane bibînin û bikevin hindir ser pencereya aliyê Rojava de navê wê bibînin û êdî navê wê bizanin…


Name wihaye:


“Ez başim yadê … Duh me rojbûna min ya nozdeh an  pîroz kir. Hevalê min Azad stranek gelek xweş li ser dayîkê got … Tu hatî bîra min, min xwe negirt û ez giriyam … Dengê Azad gelek xweşe , Dema strana dayikê digot; hêstirên wî  dibariya… Wî jî gelek bêriya dayika  xwe kiriye  û zêdetirî salekê ye dayîka xwe nedîtiye. Duh em li hewara hevalekî xwe yê birîndar çûn. Bi 2 fişekan birîndar bibû. Wî nedizanî ji 2 cihên xwe birîndar bûye. Ji ber ku tenê îşaret li jorê singê xwe dida  ku birîne, fîşeka didûyan  li kêleka wî ketibû. Me karî em wî derman bikin û heta min lîtreyek ji xwîna xwe jî dayê. Dayê, em niha li rojhilatê Kobanê ne… Navbera me û yên alên reş radikin de tenê sedan metre hene. Em guhdarê bêtêlên wan yê lasilkî dikin, carna em tiştekî ji wan fam nakin. Ji ber ku bi zimanên gelek cuda di peyivin. Tenê em ji wan fêm dikin ku gelek ditirsin.


Em gurûbekin û ji neh hevalan pêk tên. Di nava me de yê herî biçûk, nave wî Reşo ye û ji gundekî Efrînê ye. Li Girê Spî şer dikir û piştre hate gel me û tevlî grûba me bû. Yê piştre jî hevalê me Alan e û ji taxa Qidorbekê ya Qamişlo ye. Tevlî şerê Serê Kaniyê bibû û heya niha nizane ku temenê wî çende. Tenê dibêje, li derdora 20’an e. Ew xwedî zarokatiyekî gelek balkêşe, ji ber ku di zarokatiya xwe de nesekinî bû. Hê cihê kêran li ser canê wî hene , gelek caran dikene û ji me re dibêjê, ew cihên kêran tevahî  sedemê wê  evîn e keça cîrana bû.


‘Heval Dêrsim hîna qet keça xwe nedîtiye’


Di nava me de yê herî mezin heval Dêrsime û ew ji çiyayê Qendîlê ye; hevsera wî li Amedê şehîd ketibû. Li pey xwe keçek jêre hiştiye û nave wê Hêlîn e. Dêrsim navê keça xwe li ser milê xwe nexşandibû û  hê wî keça xwe nedîtiye .Em niha di malekê de ne. Mal dikeve keviyeke kobanê. Em tiştekî li ser xwediyê wê  nizanin, hinek wêne ser dîwarê malê hene, wêneyê bi temen û ciwanekî bi rîbanê reş ve hatiye xemilandin. Xuyaye ku miriye yan jî şehîde, wekî din wêneyê rêberên kurdan  Qadî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî û Apo hene. Wêneyek din jî gelek balkêş li ser dîwar  daliqandiye. Ew jî  nexşeyekî Osmaniyaye, gelek kevne û bawer dikim ku ya berî 4 çerxane û li ser wê navê Kurdistan nîşankirine. Ev demek dirêje me qehwe venexwarye … Me derxist  ku jiyan bê qehwe jî xweşe . Bi rastî yadê  ji te re bêjim ku min heya niha qehwek wek ya te xweş venexwariye.


Em niha di vî bajarê Aram de ne… Tu cara kesek nekuştine, zext li tu kesê nekirine. Berevajî di nava xwe de birîndar û koçberên Sûriyê yên ji bajarên xwe koçberbûne, hewandine. 
Em niha li virin, ji bo parastina vî bajarê Misilman bikin , bi dehan mizgeft di nav de hene. Ji bo nekeve destê Tetar û Mexolan, em parastina wê û cihên wê yên piroz dikin.


‘Dayê min pir bêriya tek iriye lê şer bêrîkirinê nasnake’


Ezê werim te bibînim yadê! Tenê heya ev  şerê qirêj xelas dibe. Ev şerê ku li ser me hatiye ferzkirin, misogere ku ezê werim te bibînim û hevalê me Dêrsim jî sozdaye ku were te bibîne û piştre jî wê biçe Amedê ji bo keça xwe bibîne. Me teva bêrîya malbatên  xwe kirine, lê  şer bêrîbunê nas nake. Belkî ez neyêm! Yadê wê demê baş bizanibe min gelek cara xeyal dikir ku ezê te bibînim, lê şans nebû hevalê min. Ez zanim dê rojek were Kobanê û tê li wê malê bigerê ya ku bûye şahidê  roja min a herî dawî û mala ku wê bêhna min demê dirêj biparêze .


‘Tu dê ser pencereya dikeve aliyê Rojava bi pênûsek sor navê min bibînê’


Yadê ev mal dikeve aliyê rojavayê Kobanê. Hinek jê ji ber topên hawinan xerabûye, deriyê wê hêsine, rengê wê keske û tê de bi dehan kûn hene,  ji ber ku bibû nîşana çekên  suîqestan.
Sê pencereyên vê malê hene,  tû wê li ser pencereya ku dikeve aliyê Rojava navê min bi pênûsek sor  bibînê. Yadê li pişt vê pencereyê û dema min li tîrêjên rojê dinêriya yê ku di wan kunên fîşekan di textê pencerê de dabûn çêkirin, min kêliyên xwe yên dawiyê dijmart. Yadê li pişt vê pencereyê azad stranek ji dayîka xwe re di got… Dengê wî yê çiyayî gelek xweş bû, strana wî ev bû; “Lê dayê min bêriya te kiriye.”
Yadê min bêriya te kiriye…!” 
  


(zt)