Faîlên dibinçavan de tecawîzkirine ev 11 salin serbest!

10:10

Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Dema ku H. ketiye binçavan ji aliyê 5 polîsan ve rastî tecawîzê hatiye. Berî niha 12 salan girêdayî mijarê doz vekiriye hîna doz berdewam dike û bi encam nebûye. Parêzera H. Reyhan Yalçindag Baydemir diyar kir ku doz biriye Dadgeha Makezagonê. Reyhan da zanîn ku li gorî ev nêzî 11 salane doz berdewam dike mafê mirovan tê binpêkirin û heya niha jî biryarek nehatiye girtin.


H. A di 5-7’ê adara sala 2002’an de ji aliyê Şaxa Terorle Mucadele ya Eminiyeta Muduryeta Mêrdînê ve hatibû binçavkirin. Di pêvajoya binçavan de H. bûye mexdurê tecawîz, îskenceya zayendî, fîzîkî û hestiyarî. Di sala 2002’an de H. A doz vekiriye û hîna doz bi encam nebûye. Di dema binçavan de peyîwirdarên Şaxa TEM yê Mêrdînê ser H. sucên dij zagonî dihatin sepandin ne dipejiran ji ber wê jî îskenceyên gelek giran lê hatin kirin. Hanîfe Şennur Pat ya polîs H. îskence dikir ji bo suc ser xwe bipejirîne, dema ku ne pejirand rastî îskenceyên giran û tecawîzê hat. Di 3 rojên binçavan de H. ji aliyê mehmurên polîsan Bayram Ural, Nazim Ege, Abdulkadir Ozer û Levent Birsel ve hat tecawîzkirin. Di 15’ê gulana sala 2002’an de H. daxwaznameya serlêdana suc da Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê. Diderbarê bersucên polîs de serlêdana suc kir.  Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di derbarê wan polîsan de lêpirsîn da despêkirin û ji bo jina polîs ya bi navê Hanife Şennur Pat jî biryara teqîbsiziyê da.


‘Hewilda ku şopên îskence û tecawîzê sîl bike’


Dema ku H. ji bin çavan derxistine ji bo ku şopên îskence û tecawîzê ser bedena wê ne xweyê polîs û peyîwirdarên peyîwendîdar li wê ketin nava tevgerê û hema telefonî Pisporê Şaxa Muduriyeta Saziya Tiba Edliya Amedê Bijîşk Lokman Egilmez kirin. Lokman di telefonê de got: “Ji ber muduriyet girtiye dê rapora darb kirinên nedinê.” Bi vî awayî bêyî maîne bikin tutanak girtin. H. ya di dema binçavan de pêşberî hevserê xwe rastî îskenceya û tecawîza derveyî hoyê mirovan hatiye di derbarê faîlan de gilî kir. H. li gel parêzerên xwe Ayla Akat Ata û Huseyîn Cangîr hevdîtin kir û ji bo serlêdana suc ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re daxwazname nivîsî. Paşê jî H. li Nexweşxaneya Teşekkullu ser faîlan serlêdan suc kir.


Di derbarê hemû Faîlên tecawîz û îskencê de beraat!


Di derbarê bersucan de heya sala 2008’an dozê berdewam kir. Di pêvajoya darazê ya 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Mêrdînê de di 14’ê Sibata sala 2008’an de ji bo hemû îskencekar û tecawîzciyan ‘beraat’ da. Piştî biryarê parêzerên H. biryar şandin temîzê. Di sala 2011’an de cardin li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Mêrdînê doz ji nû ve hat vekirin. Lê vêcarê jî ji bo polîsên bersucên bi navê Bayram Ural, Nazim Ege, Abdulkadir Ozer, Hanîfe Şennur Pat û Levent Birsel de dozê despêkir lê vê carê jî 10 meh ceza hat dayîn û cardin biryar paşde vegerandin.


 


’11 sal berdewam kirina dozê binpêkirinek cidi ya mafane’


H. 11 salin lêgerîna xwe ya heqîqetê berdewam dike, lê biryara suc ya dadgehê di derbarê bersucan de weke ‘henek’ derket pêşiya wê. Bersucên polîs cezayên girtî 10 meh bûn. Parêzera H. Reyhan Yalçindag Baydemir girêdayî dozê nirxandin kir. Reyhan destnîşan kir ku wê doz biriye Dadgeha Makezagonê. Reyhan derbirî ku ev 11 salin doz berdewam dike lê hîna biryarek nehatiye girtin. Reyhan anî ziman ku H. ketiye binçavan di binçavan de hinek ewraq bi zorê bi wê dan îmzakirin û kirin hînceta îskence û tecawîzkirina wê. Reyhan bilêvkiri ku divê li gorî zagonan polîsên ku heqaret li miwekîla wê kirî bên cezakirin.


 (zt)