‘Em aştiyê daxwaz nakin, em ê aştiyê înşa bikin’
04:18
Leyla Ayaz/JINHA
STENBOL- Aktîvista Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan Yurdusev Ozsokmenler, daxuyand ku li gelek dewletan piştî aştiyê şîdeta li hemberî jinê bê navber dom kir û ji ber vê jî pirsên jinan hene. Yurdusev, wiha bal kişand ser mijarê: “Jin bersiva pirsên jin dê çawa bijîn digerin. Jin dê çawa aştiyê înşa bikin? Li dijî şîdet, înkar, îmha û qetilkirinê civakeke çawa biafirînin? Bersivên van pirsan gelek rihet e, jin dê bi xebatan pirsên xwe bibersivînin û bi meşandina bi hev re pêvajoya aştiyê înşaa bikin.”
Yurdusev Ozsokmenler, diyar kir ku ku 4 sal in xebatên Hewldana Jinan didomin û Hewldana jinan di meha sibatê de nîqaşên nexşerêya xwe ya der barê pêvajoya muzakere û aştiyê da destpêkirin û dest bi xebatan kir. Yurdusev der barê xebat û plansaziya Hewldanê de nêrînên JINHA’yê re parvekir.
Tecrûbeyên bi salan ên cîhanê
Yurdusev, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya müzakere û aştiyê û destnîşan kir ku piştî ku di Newrozê de pêyama Abdullah Ocalan hatî xwendin ji bo van jî pêvajoyeke nû destpê kir. Yurdusev, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewldana jinan di meha sibatê de nîqaşên nexşerêya xwe ya der barê pêvajoya muzakere û aştiyê da destpêkirin. Ji bo Tirkiyeyê pêvajoyeke nû bû. Li ser vê esasî me lêkolînên xwe der barê tecrûbeyên li cîhanê da destpêkirin. Ji ber ku kesên ku aştiyê dixwazin na, kesên ku aştiyê înşa dikin divê derkevin holê. Ev kes jî jin in.”
Yurdusev, da zanîn ku tecrûbeyên li cîhanê girîngin û encamên van tecrûbeyan jî girîngin. Yurdusev di axaftina xwe de got ku belgeyên Neteweyên Yekbûyî yek bi yek lêkolîn kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê xebatê de me alîkarî ji akademîsyenan xwest. Aktîvîsta me bi Nazan Ustundag re lêkolînek da destpêkirin. Lêkolînên ku hatî kirin bi grûbên e-meilan re hat parvekirin. Em gihiştin agahiyên nû.”
Li Îzmîr, Enqere û Bursayê hevdîtin
Yurdusev, daxuyand ku ji jinên Îzmîrê, Enqerê, Bursayê re hevdîtinan kir û encamên xwebatên xwe ji van re parvekir. Yurdusev, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Piştî parvekirinan me dest bi nîqaşên pratîzekirina agahiyan kir. Xebatên atolyeyan da destpêkirin. Di van atolyeyan de daxwazên xwe tespîtkir. Ji ber ku mijareke berfirehe û divê hemû jin tevli bibin. Akademîsyen, rojnameger, siyasetmedar, femînist, siyasetmedar, nûnerên saziyan û tevgerên jinên kurd re ketin nava hewladanan.”
‘Ji civakê re peymanek bê çêkirin’
Yurdusev, bal kişand ser makeqanûnê û destnîşan kir ku makeqanûneke bê jin naxwazin. Yurdusev, wiha got: “Ji bo jinan ev pêvajo firsendeke. Ji ber ku dê civakê re peymanek bê çêkirin. Dema ev Peyman tê amadekirin û afirandin divê jin daxwazên xwe bînin ziman û di makeqanûnê de cih bigirin. Em dixwazin qanûn bê guhertin. Ne tenê ev mijar gelek mijarên bi vî rengî yên girîng hene û me li ser van mijaran sekinin. Tespîtên me bi hevdîtinan pêk hat, Me nêrînên Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan hwd gelek kesan girt. Em li ser ekolojiye sekinin û kesên ku di vê mijarê de agahdarin nêrînên van girt. Mijarên aborî, çand, tenduristî, hwd. Niha xweza tê tehrîpkirin û pereyên ku ji bo şer tê veqedantin ji mafê jinan a civakê tê bîrin.”
‘Daxwaz û pirsgirêk hatin tespîtkirin’
Di serî de daxwaz û Aktîvîst Yurdusev, diyar kir ku xebatên atolyeyan ne tenê li Stenbolê li Enqerê, Îzmîrê, Samsûnê, Edeneyê û Amedê bi giştî li gelek bajaran hat kirin. Yurdusev, wiha axivî: “Di serî de me daxwaz û pirsgirêkên xwe tespit kir û piştre hemû mijarên xwe anî konferansa ku di 4’ê gulanê de hatî lidarxistin. Bi konferansê jî me xwest em mudaxaleyê pêvajoyê bikin.” Yurdusev, bal kişand ser dîroka 4’ê gulanê û roja konferansê û ev tişt gotin: “Ev dîrok ji bo me girîng bû. Biryara operasyona îmhakirina Dêrsimê vê rojê ji hêla Lîjneya Wezaretê ve hat girtin. Êdî em destûrê nadin qetlîamên bi vî rengî. Me di konferansa xwe de vî tiştî îlan kir.”
‘Dê Tevgera Înşayê ya Aştiyê avabikin’
Yurdusev, got ku ji her kesimê jin tevli konferansê bû tecrûbe û xebatên xwe kir yek û bi rêya çapemeniyê raya giştî re par vekirin. Yurdusev, got ku di pêvajoya paşvekişandinê de divê tu kes zirarê nebîne û wiha bilêvkir: “Emê Grûbeke Şopandinê avabikin û hemû pêvajoyê bişopîne. Her wiha Grûbeke Hevdîtinê bê avakirin û ev grûb dê bere xwe bide herêmê. Emê daxwazên xwe bighînin hemû deran wekî parlamento, hikûmet, partiyên siyasî, parlamenter û heta li Îmraliyê. Lê di nava daxwazên me de kêmasiyek heye. Ev kêmasî jî daxwazên gerîlayên jin in. Em daxwazên van negirt û ev tişt ji bo me girîng e. Lê grûba me ya hevdîtinê dê gerîlayên jin re hevdîtinan pêk bîne. Em jin daxwaz dikin ku Tevgera Înşayê ya Aştiyê avabikin. Heke em înşa nekin mêr dîsa li gorî xwe pêvajoyeke aştiyê pêk bîne û aştî civakî nabe.”
‘Pirsên jinan hene’
Yurdusev Ozsokmenler, daxuyand ku li gelek dewletan piştî aştiyê şîdeta li hemberî jinê dom kir û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Li dijî şîdeta li hemberî jinê divê jin mudaxaleyê pêvajoya aştî ya ku ji hêla mêran ve tê meşandin bike.”
Yurdusev, got ku roja ku dest bi xebatên Hewldana Jinê kirine heta îro heyecana jinan didome. Yurdusev, pirsên jinan wiha anî ziman: “Jin bersiva pirsên jin dê çawa bijî diğerin. Jin dê çawa aştiyê înşa bikin? Li dijî şîdet, înkar, îmha û qetilkirinê civakeke çawa bê afirandin? Bersivên van pirsan gelek rihet e, jin dê bi xebatan pirsên xwe bibersivînin. Jin dê bi meşandina bi hev re pêvajoya aştiyê înşaa bike.”
‘Bi zimanê berê pêşketin nabe’
Yurdusev Ozsokmenler, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zimanê aştiyê ya ku tê bikaranîn û wiha got: “Divê zimanê aştiyê li her deverê bê bikaranîn. Lê çawa? Di nava aktîvîstên Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan de rojnamegerên jin hene. Ev jin li ser zimanê aştiyê ya ku di çapemeniyê de tê bikaranîn radiweste. Em dixwazin zimanê pêvajoya aştiyê hemû çapemenî bikar bîne. Lê tenê ne çapemenî divê siyasetmedar jî zimanê xwe biguherîne. Bi zimanê berê pêşketin pêk nayê.
Wêne-Dîmen: Eylem DAŞ/ Leyla Ayaz/Zehra Dogan
(zd)

