Çeteyan hawan avêtin welatiyên Kobanê

11:08

JINHA


KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê rojhilatê Kobanê topên hawanê davêjin welatiyê sivîl.


Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku ji 15'ê îlonê ve destpê kirin, di roja xwe ya 26'emîn de bi dijwarî didomin. Çete li dijî welatiyên sivîl çekên giran bikar tînin. Li beramberî vê jî welatiyên herêmê û şervanên YPG/YPJ'ê bi derfetên xwe yên kêm liber xwe didin. Ji ber berxwedaniya mezin ku li Kobanê tê meşandin çete sivîlan hedef digrin û topên hawanê davêjin bajar.


Berriya hinekî çeteyan ji aliyê rojhilatê Kobanê top avêjtin û çend top li bajar ketin. Di encamê de ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyên sivîl.


(zt)