46 Jinên ku hatibûn bin çav kirin serbest hatin berdan

11:31

JINHA


STANBOL - Li balafirgehê Ataturk bi sedema êrîşa li ser Kobanê protesto bikin ji aliya jinan ve çalakî hat darxistin. Li ser vê yekê 46 jinên ku çalakî li darxistine rasti êriş û bin çav kirinê hatin. Jinên ku hatibûn bin çavkirin serbest hatin berdan. Li Îzmirê jî 6 jinên ku hatibûn bin çavkirin  serbest hatin berdan.


Li derdora balafirgeha Ataturk ji bu êrîşa li ser kobanê, ji însîyatîfa  jinên li dijî şer  çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Bi vekirina pankartan jin ji aliyê sedan polîsan ve rastî êrîş û bin çav kirinê hatin. Di nava 46 kesên ku hatine bin çav kirin parêzer Merîç Eyuboxlû , Zuleyha Gulum û ji aktîvîteyên feminist Filîz karakûş û Nîmet Tanrikulu jî hatibûn bin çav kirin.


Li gorî daxuyaniya Nimet Tanrikulu ya ku bi telefonê da wiha got: "Polîsan bi gotinên ne di cihde xeber dane me, nêzîkatiyên hakaretwarî  li me kirin û bi lêdanê em xistin otobîsan, niha jî li Nexuşxanê dewletê yê Bakirkuyê kontrolê tendûristiya me dikin." Parlementera HDP’ê  ya Stenbolê Sabahat Tûncel ji bo piştgiriyê bide çalakiya jinan  çû nexûşxanê. Piştî kontrolê, jin birin karakola polîsan ya Yeşîl koyê  nava balafirgeha Ataturk de. Jin di saet 1'ê şevê de serbest hatin berdan.


Li Îzmirê yên hatin binçav kirin serbest hatin berdan


Li gorî agahiyan li Îzmirê jî di nava 6 kesên hatibûn bin çav kirin  de Hevserokê Navenda HDP'ê ya Îzmirê  Cavit Ugur jî hebû. Bi biryara dadgeha Adliyê piştî kontrolê serbest hatin berdan.


 Li gorî daxuyaniya ji aliyê dinve, di salona dadgehê de dema polîsên sivîl bi parêzeran re derdiket derve, bi gotina,"Di demek nêz de ji were jî tiştê pêwîst em bikin." tehdîdan daye. Van tehdîdan din ava tutanaqê parêzeran de jî cih girtiye.


Li ber navenda Adliyê mirovên girtiyan bi şîara,"şîddet nikare me rawestîne"pêşwazî li girtiyan kirin.


(rt/zt)