'Doktorê Geziyê' niha jî kobaniyan derman dikin
11:49
JINHA
RIHA - Berxwedana Kobaniyan a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên dixwazin axa wan dagirbikin berdewam dike û Kobaniyên di pevçûnan de birîndar dibin her çiqas li sînor bên astenginkirin jî li Pirsûsê ji aliyê personelên dildar ve tên dermankirin. Ji hekîmên ku birîndaran derman dikin yek jê jî Încîlay Erdogan e. Erdogan diyar kir ku di berxwedana Parqa Geziyê de li revîran birîndar derman kirin û wiha got: "Ji bo Rojhilateke Navîn a bi aştî û aramî em weke qasidên aştiyê li vir in. Jiyan li ku be û mafê jiyanê li ku be em dê li wir bin."
Kobaniyên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de birîndar dibin heke astengiyên li sînor derbas bikin li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji aliyê kedkarên tendûrîstiyê yên dildar ve tên dermankirin. Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hekîm û kedkarên tendurîstiyê yên dildar hewil didin jiyanan xilas bikin. Ekîba tendurîstiyê ya nêzî 20 kesan her roj li nexweşxaneyê kesên birîndar derman dikin. Piştî hewldana SES û TTB'ê yên li Wezareta Tendurîstiyê destûra kedkarên tendûrîstiyê yên dildar li sînor bixebitin girtin. Ji doktorên di berxwedana Parqa Geziyê de kesên birîndar derman dikir û Endama Lijneya Rêveber a Odeya Tabîbên Stenbolê Încîlay Erdogan niha jî li sînor kobaniyan derman dike.
'Mafê jiyanê li ku be em li wir in'
Erdogan, anî ziman ku hefteyeke zêdeye li Pirsûsê ye û bi kedkarên din ên tendurîstiyê re 24 seatan ji bo Kobaniyan dixebite û berê jî 22 rojan li pêvajoya Parqa Geziyê de peywir girtibû. Erdogan sedema li Pirsûsê bi gotinên "Ji bo Rojhilateke Navîn a bi aştî û aramî weke qastinên aştiyê li wir in" nirxand û wiha got: "Jiyan li ku be û mafê jiyanê li ku be em li wir in. Odeya Tabîbên Stenbolê 2 meh berê piştî trajediya Şengalê projeya hekîmên dildar da destpêkirin."
Koordînasyona SES, TTB û KCD'ê hate avakirin
Erdogan, da zanîn ku ekbîa dildaran her tim tê guherîn lê ev hejmar nakeve di bin 20'an de û li beşa lezgînî peywirê digire û bi mudaxeleyên birîndaran re eleqedar dibe. Erdogan, bilêv kir ku koordînasyona hevbeş a Komîsyona Tendûrîstiyê ya KCD'ê, SES û TTB'ê ava kirin û xebatên xwe bi hev re didomînin. Erdogan, destnîşan kir li beşên lezgînî û emeliyatxaneyan ên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê kêmasî hene û hewil didin hewcehiyên personelan pêk bînin û ligel hemû kêmasiyan bi baldarî xebatên xwe dikin. Erdogan, diyar kir ku piştî Wezareta Tendurîstiyê pergala hekîmiya dildar qebûl kir lîste ji wezaretê re şandin û hewcehî bi hekîmên pispor ên li adên cerrahiya plastîk, cerahiya giştî, cerrahiya mêjû û anesteziyê hene.
'Ji bo tendurîstvaneke tiştê herî giran..'
Erdogan, anî ziman ku li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê birîndar her tim tên astengkirin û wiha pê de çû: "Ji bo tendurîstvanekî tişta herî bi êş dizane dê jiyanekê xilas bike lê di ew di nav destê wî de winda dibe ye. Ev rewşeke gelek giran e. Mirov dikare li qada pevçûnê mirinê fêm bike lê bi birîneke biçûk mirin nayê şîrovekirin. Ez bûm şahidê kesên ciwan. An ji ber xwîn winda kir an jî ji ber bêoksîjeniyên jiyana xwe ji dest dan. Agahiya birîndaran raste rast ji tendurîstvanên li Kobanê ji me re tê. Lê ji ber li deriyê sînor tên astengkirin û an jî didin sekinandin gelek kes li wir jiyana xwe ji dest didin."
'Morala kesên tên gelek bilind in'
Erdogan, çavdêriyên xwe yên Kobaniyên birîndar ên dermankirin jî wiha vegotin: "Ez gelek caran di rewşên awarta de xebitîm lê ji bîrîndarên tên ji bo kesên li ser hişên xwe dibêjim morala wan gelek bilind in. Em ji wan bêtir westiyayî xuya dikin. Gelek bi enerjî ne. Rewşa wir gelek giran e. Ji rewşa wan xuya ye.
(zt)

