Bi deh hezaran cenazeyê Fermandara YPJ’ê Yuhanus sipartin axê
12:24
JINHA
ÊLIH - Cenazeyê Fermandara YPJ'ê Yuhanus Ekincî (Gulan Çekdar) ku di şerê 7'e Cotmehê yê Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê 50 hezar kesan ve hat definkirin.
Şerê YPG/YPJ'ê yê li dijî êrîşên DAIŞ'ê di roja 25'an de berdewam dike. Di şerê Kobanê yê 7'ê Cotmehê de Fermandara YPJ'ê Yuhanus Ekincî (Gulan Çekdar) jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Ekincî anîn Êlihê û bi girseyî spartin axê. Malbatê piştî otopsiya li nexweşxaneya Saziya Tipa Edlî ya Amedê cenaze wergirtin û bi karwanek mezin anîn Elihê. Cenazeyê Ekincî di ketina Êlihê de bi girseyî hat pêşwazîkirin. Girseya ku li Tesîsên Bardakçilarê civîyan, cenaze wergirtin û derbasî taxa Baglarê bûn. Bi 10 hezaran kes herikîn nava bajar û beşdarî meşa cenaze bûn. Cenazeyê Fermandara YPJ'ê Ekincî bi girseyî birin malbata wê ya li taxa Baglarê. Nêzî 30 hezar kesên li ber malbatê kom bûn, darbesta Ekînci danîn ser milê xwe u meşiyan Goristana Asriyê. Di meşê de hêjmara girsê gihişt 50 hezar kesan. Di meşa cenazeyê YPJ'ê de parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevserokê DBP'a Êlihê Serdar Atalay, Hevşaredarên ÊLihê Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl amade bûn. Di meşê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, postera YPJ'ê Ekincî alên PKK, KCK û YPG hatin bilindkirin. Girsê di meşê de "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG", "Kurdistan de ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "Şehit namirin" gotin. Dema girse li pişt ambulansê di ber Girtigeha Tîpa M a Êlihe re derbas bû, dengê dirûşmeyan bilintir kirin. Pişti meşa 3 saetan gihişt ser goristanê. Di demê dawî de girseya herî mezin tev li merasimê bûn û li Goristana Asrî kom bûn. Jinan darbesta Ekîncî ku bi alên PKK, KCK û YPG'ê hatibû pÊçan danîn ser milê xwe û birin ser gorê. Dema cenaze hat definkirin girse bê navber siloganên "Şehit namirin" gotin. Pitre bi siruda "Çerxa Şoreşê" rêz girtin. Pişti cenase spartin axe Serokê MEYA-DER'ê Şukru Baytar, ji malbatê û YPJ'e re sersaxi xwest
Dayika YPJ'ê Ekinci Muhterem Ekinci, spasiya xwe ji bo tevlêbune anî ziman. Parlamentera HDP'ê ya Elihê Ayla Akat Ata jî anî ziman ku gel bi vê xwediderketina cenaze komploya 9'e Cotmehê pûç kiriye
Merasim piştî axaftinan bi dawî bû. Sersaxî ya ji bo YPJ'ê Ekînci li taxa Beşevlerê bê qebûlkirin.
(zt)

