Murat Dag yê bi guleya polîsan birîndarbû jiyana xwe ji dest da

12:42

JINHA


AMED – Duh li Amedê ji aliyê polîsan ve 2 kes hatin birîndarkirin. Ji wan birîndaran ciwanê bi navê Murat Dag yê 24 salî jiyana xwe ji dest da.


 


Bi boneya protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kantona Kobanê ev çend rojin li her derê çalakî heye. Di çalakiyên duh bi şev li taxa Rezan ya Amedê de polîsan ser çalakvanan de gulebarandin. Di encama guleberanê de 2 welatî birîndarbûn. Welatiyan birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwede û Lêkolînê ya Amedê. Li nexweşxanê birîndarê bi navê Murat Dag jiyana xwe ji dest da.


Li kolana 146. Ya taxa Fatih ya navçeya Rezan ya Amedê welatiyan çalakî kirin, polîsan gule ser çalakvanan de barandin. Di encama gulebaranê de Murat Dag û kesek li gel wî navê wî nehat zanîn birîndarbûn. Welatiyan Murat Dag û birîndarê li gel wî despêkê xistin nava valehiya bînayekê û paşê bi wesayîtek tayîbetî rakirin nexweşxanê.


 


(zt)