Berxwedana Kobanê navên zarokên nû dayik dibin jî diyar dike
13:59
JINHA
RIHA – Jinên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji axa xwe koçber bûn zarokên xwe li Pirsûsê anîn dinê. Navên ku berxwedana Kobanê vedibêjin li zarokan tê kirin û Ayşe Mustafa ya ku navê Azad li zarokê xwe kiriye diyar kir ku ew dixwaze wekî navê zaroka xwe wî li Kobanêya azad de mezin bike.
Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê ya ku di 15’ê îlonê de dest pê kir zirara herî mezin jin û zarokan dît. Gelek jinên ducanî yên axa xwe terikandin zarokên xwe li Pirsûsê anîn dinê. Jinên ku zarokên xwe bi din şert û mercên zehmet de tînin dinê navên ku têkoşîn û azadiyê vedibêjin li zarokên xwe dikin. Jinan bi navê Bediha Hesen a dayika 5 zarokan e diyar kir ku hêzên YPG û YPJ’ê wan anine heta ber sînor. Bedîha Hesen wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ’ê êrîşê zarok û jinan dike. Ji ber fikara jiyana zarokan bi halê xwe yê ducanî heta hatim sînor min gelekî zehmetî kişand. Min li Pirsûsê zaroka xwe anî dinê û navê Şervan lê kir. Wekî navê xwe bila ji şer û têkoşînê netirse layiqî navê xwe bibe.”
‘YPG û YPJ ji bo zarokên me têdikoşin’
Bedîha Hesen got ku ew dixwazin vegerin axa xwe ya mecbûr name biterikînin û Kobanê ji bo wan pir bi qîmet e ji ber vê yekê jî ji bo vegera axa xwe amade ne. Hesen wiha axivî: “Em dixwazin piştgiriya çekan li YPG û YPJ’ê bê kirin. Heta li Kobanê YPG û YPJ hebin ev der ji çeteyên DAIŞ’ê re namîne. Ew ji bo me û zarokên me têdikoşin. Ji bo têkoşîna wan bilind bibe her şev dua dikim.”
‘Min dixwast Şervan li wir bînim dinê’
Bedîha Hesen da zanîn ku mecbûr maye ji Kobanê derkeve lê apê wê û zarokên wê di refên YPG, YPJ’ê de têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em mecbûr man ji wir derkevin lê gelek ciwan ji bo axa me ji DAIŞ’ê re nehêlin birayar şerkirinê. Min dixwest Şenvan li wir bînim dinê lê nebû. Nİha jî dixwazin li wê derê mezin bikim. Ji bo pêşeroja kurê xwe dixwazim şervanên YPG û YPJ’ê ji nêz ve nas bike.”
‘Dixwazim Azad wekî li navê xwe li Kobanê mezin bibe’
Ayşe Mustafa ya dayika 8 zarokan e û mecbûr ma axa xwe biterikîne jî anî ziman ku wê ji ber ducanîbûnê rojên zehmet jiyaye û heta direyê sînor bi alîkariya hêzên YPG û YPJ’ê hatiye. Ayşe Mustaga wiha axivî: “Mirov qasî li axa xwe rehet e, li deverên din rehet nîn e. Zarokên min li cem min bûn lê ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê nêzîkî Kobanê bûn fikrên nebaş hatin hişê min. Wan bi belavkirina tirsê xwestin axa me dagir bikin, wan hebas nekirin kul i hemberî wan şervanên ne ji bo mirinê ji bo jiyanê hene. Tu caran DAIŞ li Kobanê namîne. YPG û YPJ dê rê nede vê yekê.” Ayşe Mustafa ya navê Azad li zarokê xwe kiriye diyar kir ku ew dixwaze wekî navê zarokê li axa azad a Kobanê mezin bike.
‘Ez dixwazim Têkoşînê bi şervanên YPJ’ê re mezin bikim’
Naîle Bozan a ku hatiye Pirsûsê jî navê Têkoşîn li keça xwe kiriye. Naîle Bozan destnîşan kir ku li Kobanê rastî êrîşên hawanên çeteyan hatine û ev tişt anî ziman: “Hevserên me ji bo Kobanê û ji bo biryara şerkirinê dan. Lê şervanên YPG’ê ji ber ku em ducanîbûn xwestin em sînor derbas bikin. Me jî guh da wan lê hevserên me ji bo parastina Kobanê vegeriyan. Dewleta tirk 13 rojan em li ser sînor dan rawestandin. Em li wir perîşan bûn.” Naîle Bozan bilêv kir ku ew dixwaze vegere Kobanê zarokên xwe li axa Kobanê mezin bike û keça xwe Têkoşînê bi şervanên YPJ’ê re mezin bike.
(zt)

