Akademîsyen û xwendekar hatin berdan
14:04
Cotmeh
10
/ 2014
JINHA
ENQERE – Li Enqereyê xwendekar û akademîsyenên piştî çalakiya şermezarkirinê ya çeteyên DAIŞ’ê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li Enqereyê duh li Kampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê xwendekaran ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê çalakî li dar xistin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kir û di navbera xwedekar û polîsan de pevçûn qawimîbû. Polîsan di hundirê kampusê de 14 xwendekar û 5 hindekarên ku nehîştibûn xwendekar bên binçavkirin. Xwendekar û akademîsyenên hatibûn binçavkirin bi şev piştî îfadeyan hatin berdan.
(zt)

