Qatîlê Munewer întihar kir
14:19
JINHA
STENBOL – Hat zanîn ku qatîlê xwendekara Dibistana Amadeyî Munewer Karabulut a 17 salî Cem Garipoglu yê ku hat girtin û 24 sal ceza danê di girtîgehê de xwe întihar kir.
Xwendekara Dibistana Amedeyî Munewer Karabulut ya k udi 3’ê yê adara sala 2009’an de ji aliyê kesê bi navê Cem Gariboglu ve hat qetilkirin. Wê demê qatîl Cem hatibû girtin. Hatî hînbûn k udi Girtîgeha 5 Nolu ya Tîpa L ya Silivriyê întihar kiriye. Cem Garipoglu serê Munewer jêkiribû û avêtibû cesedê wê avêtibû tenekeyek ya çopê. Piştî 197 rojan qatîl Cem bi xwe teslîm bûyîbû. Di 18’ê Mijdara sala 2011’an de 24 sal cezayê girtîgehê hat dayîna Cem. Her wiha li Dadgeha 5’emîn ya Malbatan ji bo bavê Cem bavê wî Mehmet Nîda û diya wî Tulay Makbule Garipoglu 37 hezar û 500 lîre mandî û milyonek û 250 hezar lîre jî manewî tazmînata ceza ji bo wan hatibû dayîn.
(zt)
