Girseya ku êrîş protesto dikirin rastî mudaheleya polîsan hatin

14:52

JINHA


DÎLOK - Duh di saetên êvarê de gel ji bo ku êrîşa li ser Kobanê û êrîşa nijetperstan  protesto bikin  daketin kolanan. Li ser vê yekê gel rastî  mudexeleya polîsan  hat û hemwalatiyê bi navê Mustafa Tunç birîndar bû.


Li Dilokê ji bûna êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê protesto bike gel daket kolana û dest bi çalakiyan kirin. Lê ji ber êrîşa komek nijetperst li ser çalakvanan 4' kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha avahiya DBP'ê ya li Şahînbey, Şehît Kamîl jî, ji aliyê komên nijetperstan ve hate şewtandin.


Ji bûna ku êrîşa nijetperstan bê protesto kirin di saet 13.00’an de li ber avahiya DBP’ê ya Şahînbey û di saet 15.00 de jî li ber avahiya DBP’ê ya Şehît Kamîl dê daxûyanî bihatiba dayin. Lê hîna daxûyanî ne hatî dayîn mudaxele yî girseyê hat kirin. Berî çalakiyê li ber avahiya DBP'ê ya Şehît Kamîl polîsan bi bombeyên gazê mudaxeleyî girseyê kirin û di encamê de ciwanê bi navê Mustafa Tunç birîndar bû.


(rt/zt)