‘Em aştiyeke çawa dixwazin?’

16:42

 


Eylem Daş/JINHA


STENBOL – Aktîvîsta aştiyê Selen Lermioğlu Yılmaz, got ku li gorî jinê aştî tiştek pir cûdaye û bêdengkirina çekan tenê bi serê xwe terê nake û wiha axivî: “Em jin aştiyeke çawa dixwazin. Em dixwazin di çarçoveya xala hezar 325’an a Neteweyên Yekbûyî tevli pêvajoyên muzakereyan bin.”


Selen Lermioğlu Yılmaz, femînist û aktîvîsta aştiyê ye û li gelek welatan di rêxistinên cuda  de cih girtiye. Selen, li Yewnanistan û Qibrisê rêxistinên wekî  Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan de bi salan xebitiye.  Selen der barê tecrûbeyên cîhanê û hewldanên jinan de nêrînên xwe ji ajansa me re vegot.


Selen, bal kişand ser xebatên jinên cîhanê û wiha got: “Jin ji bo aştiyê li Yewnanîstan, Qibris û Tirkiyeyê di civiyan û xebatên girîng dikirin. Li herêmên cuda û li bajarên cuda dighiştin hev. Di serî de me hevdû nas kir, guhdar kir û êş û birînên xwe par vekir û hewdu rexne kir. Jin bi vî esasî nêzî hev dibin. Lê ji bo jinan tişta herî girîng jî ‘em jin aştiyeke çawa dixwazin’ bûn.”


Selen, piştî krîza Tirkiye û Yewnenistanê ya sala 1997’an bi jinên tirk û yunanî re ji bo aştiyê xebat daye meşandin. Selen di axaftina xwe de bal kişand ser tecrubeyên cîhanê yên demên aştiyê û da zanîn ku jinên  tirk û yunanî bi navê Hewldana Aştiyê ya Jinan rêxistinbûna xwe ava kir. Selen, da zanîn ku ev rêxistin ji bo aştiyê xebatên mezin meşand


Biryara 1325 ya Neteweyên Yekbûyî


Selen nêzî 3 salan jî li Qibrisê xebat da meşandin û grûbeke femînistan ava kir. Li vir jî nîqaşên aştiyê hebû, hevdîtin û muzakere nêzî 40 sal in didomin hebû lê  serkeftînebû. Selen wiha nêrînên xwe anî ziman: “Di pêvajoya hevdîtin û muzakereyan de jin tunebû, li gorî van ev mijar jinê eleqedar nake. Fikr, raman û daxwazên jinan nedihat ziman. Jin li dijî vê ferasetê serî rakir. Jinan got ji serî 50 jin li ser vê erdnegariyê dijîn, di şeran de herî zêde jin mexdûr dibin û bedel didin. Jin dema pirsgirêk û daxwazên xwe tespît kir li Qibrisê ekîbek avakir. Ev tişt çawa pêk hat; bi biryara konseya ewlehiyê ya 1325 ya Neteweyên Yekbûyî heye, li gorî vê biryarê divê jin tevli hemû pêvajoyan bibin. Ev tişt ji bo jinan girîng bû, jin bi vê biryarê tevli hemû mekanîzmayan bû.”


Jin û aştî…


Selen, da zanîn ku li gorî jinê aştî tiştek pir cûdaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî jinê bêdengkirina çekan tenê bi serê xwe terê nake. Ji ber ku di navbera Qibris û Tirkiyeyê de çek nînbû.  Lê li gorî jinan li vir şereke pir dijwar hebû. Ji ber ku aştiya me aştiyeke bi vî rengî nîne. Di vê çarçoveyê de li Qibrisê jin carek din li hev civiyan û li ser ‘em aştiyeke çawa dixwazin’ nêrînên xwe anîn ziman. Bi xala 1325’ê tevli komîsyonanên muzakereyan bû. Me daxwaz û nêrînên xwe anî ziman.”


‘Nêrînên berfireh esase’


Selen, di axaftina xwe de bal kişand ser taybetiya girava Qibrisê û daxuyand ku li Qibrisê gelek koçber hene û wiha axivî: “Divê tenê li ser qibrisbûnê, neteweyî û nîjadiyê lê nenêre. Li Qibrisê, ermenî, marunidî, koçber, tirk û kurd hene. Li vir fîlîpiniyên ku bi xebatan karkeriya malê debara xwe dikin hene. Dema mirov berfireh dinêre divê mirov berfireh jî bifikire û rêbazên çareseriyê berfireh biafirîne.”


Yewnanîstan, Qibris û Tirkiye


Selen piştî tecrûbeyên xwe yên li Qibris û Yewnanistanê anî ziman bal kişand ser pêvajoya Tirkiyeyê û da zanîn ku li Tirkiyeyê jî di pêvajoya aştiyê de heman tişt pêk tê.  Selen bi van mînakan nêrînên par vekir: “Pêvajoyeke ji civakê dûr, ji jinê dûr tê meşandin wekî  Yunanîstan û Qibrisê pêk hatî. Li gorî zîhniyeta mêr hîn qadên wekî aborî, parastin ne qadên jinê ye tê gotin. Jin ji gelek pêvajoyan bi zanetî tên dûrxistin. ”


‘Komîsyonên sî naxwazin’


Selen, diyar kir ku li Tirkiyeyê tecrûbeyên jinan gelek girîng e û di vê pêvojeyê de hewldana jinan girîng e, ji ber ku jiyana van dê serî de biguhere.  Selen, di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina jinan a ku li Stenbolê pêk hatî û wiha got: “Heftê rojek em li hev civiyan û ji bo aştiyê û hewldana jinê plansaziyek derxist. Me komîsyonên xebatên xwe avakir. Lê em tu carî naxwazin komîsyonên sî avabikin û ji ber ku di van pêvayê de bê însiyatîf dimînin. Ji bo Aştiyê Hewladana Jinan bo pêvojaya aştiyê xebatên girîng dike û gelek jinên ku bîrdozî, fikr û ramanê van cûda anî cem hev û hemû jin bi yek dengê rêbazên aştiyeke mayinde geriyan.”


Wêne-Dîmen: Zehra Dogan, Eylem Daş, Leyla Ayaz


(la)