Jinek ji aliyê polîsan hate derbkirin

15:55

JINHA


WAN - Li Bazidê, welatiya bi navê Hanimzer Sarihan (40) ku ji bo dîtina kurê xwe yê di bin çavan de bibîne çû edliyeyê ji aliyê polîsan ve hate derbkirin. 

Li navçeya Bazida Agiriyê jina bi navê Hanimzer Sarihan a 40 salî ku ji bo kurê xwe ye dibin çavan de bibîne çû ber Edliyeya Bazidê û li vir rastî êrîşa polîsan hat. Di encama êrîşa polîsan de poz, tilû û çeneya Hanimzer hate şikandin û ji ser hişê xwe çû. Piştî bûyerê polîs ji cihê bûyerê reviyan. Hanimzer, rakirin nexweşxaneyê û piştî mudaxaleya destpêkê rakirin, beşa lezgîn. Birayê Hanimzer, Fettah Sarihan ku şahidî ji bûyerê re kir, da zanîn ku dema xwîşka wî xwestiye kurê xwe bibîne rastî êrîşa polîsan hatiye û poz û destên wê ji aliyê polîsan ve hatiye şikandin. 

(zt)