YPG’ê bilançoya 24 saetên dawî eşkere kir
16:01
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN– Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê bilaçoya 24 saetên dawî ya berxwedana herêma Kobanê li dijî hovîtiya çeteyan eşkere kir. di daxuyaniyê de hate gotin ku di roja 25’an a berxwedanê de 37 çete hatin kuştin. her wiha 5 şervanên YPG’ê jî bi lehengî jiyana xwe ji dest dan.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
1- Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê destpêkirine di roja 25. de dewam dikin. Komên çete, êrîşên li dijî Kobanê ev du roje zêdetir kirine. Li hemberî van êrîşan berxwedana dîrokî jî didome. Komên çete israr dikin ku bikevin nava bajêr, lê ji ber ku ev hewldana wan têk diçe ji derveyê bajêr top û fûzeyan davêjin herêmên ku sivîl lê hene.
Encama şerê 24 saetên dawî bi vî awayî ye;
Çeteyên DAIŞ'ê, ji eniya rojhilat, li herêma Kaniya Kurdan doh nîvro heta derengiya şevê 4 êrîşên cûda pêk anîn. Ev êrîşên çeteyan têk çûn û 16 çete hatin kuştin.
Şerê li eniya Başûr jî li herêma Termik zêde bûn. Komên çete piştî ku derbên giran xwarin hêzên nû anîn û li pey hev êrîş kirin. Lê belê hemû êrîşên wan hatin şikandin û wesayitek tevî çeteyên têde hat rûxandin. Bi qasî ku hatine tespît kirin li vê eniyê 13 çete hatin kuştin.
Li serê girê Miştenûr jî şerê dijwar dewam kir. Li hemberî êrîşên çeteyan şervanên me şevê din êrîşên dijber dane destpêkirin. Hejmara kuştî û birîndarên li vê herêmê nehatiye zelalkirin. Di êrîşên şervanên me de jî 8 çete hatine kuştin.
Li eniya Rojava jî, hêzên me li dijî çeteyên ku li wir bi cih bûne şevê din êrîşek pêk anîn. Komên çete li hemberî vê yekê nekaribûn xwe bigrin û ji çeperên xwe reviyan.
Di nava 24 saetên dawî de 5 hevalên me bi îrade û rihê berxwedanê bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.
(zt)

