YPG'ê êrîşa intîharî ya çeteyan valaderxist
16:48
JINHA
KOBANÊ - çeteyên DAIŞ'ê hewl dan ku wesayîtek bombebarkirî bi şervanên YPG'ê ve biteqînin, lê hêzên YPG'ê wesayît rûxandin.
Çeteyên DAIŞ'ê ku ev 26 roj in nikarin bajarê Kobanê bidest bixin û nikarin li ber berxwedana şervanên YPG/YPJ xwe bigirin, dest bi êrîşên intîharî û tirsonek kirin. Li gorî agahiyên ku nûçegîhana ANHA'yê ji herêma Kobanê dane, li rojhilatê herêma Kobanê çeteyên DAIŞ'ê hewl dan bi wesayîtek bombebarkirî derbas bibin û li dijî şervanên YPG'ê teqînan pêk bînin, lê şervanên YPG'ê beriya wesayît bigihêje cem wan wesayît teqandin. Wesayîta hat rûxandin çeteyên têde hatin kuştin.
(zt)
