Redkarên Wijdanî: Kobanê jiyane ji ber jiyanê em redkarin

17:01

JINHA


STENBOL – Welatiyên bi navê Ugur Bolat û Zeynep Coşkunkan bi gotina “Em wekî tirkekî tevlibûna artêşa dagirker a vê dewletê ku şoreşa Rojava, demokrasî û mafên mirovan hezm nake û ji bo komkujiyên nû zemînê ava dike red dikin” reda wijdanî aşkera kirin.

Buroya Red a Wijdanî ya Ewropayê (EBCO) Rapora EBCO’yê ya 2014’an li Salona Civînê ya Cezayîrê bi daxuyaniya çapemeniyê aşkera kir. Serokê EBCO’yê Friedhelm Schneider, Serokê ÎHD’a Stenbolê Abdulbakî Boga, Rojnameger Pinar Ogunç û Îsmaîl Saymaz î aktîvîstên red a wijdanî di divînê de amade bûn. Rapor ji aliyê Nûnerê Neteweyên Yekbûyê ya Buroya Red a Wijdanî ya Ewropayê Derek Brett aşkera kir û di beşa Tirkiyeyê de diyar kir ku der barê mafê red a wijdanî de pêşketinek çênebûye. Derek da zanîn ku kesên mafên xwe yên red a wijdanî aşkera dikin rastî pêkanînên wekî GBT û cezayê pereyan tên û dîsa der barê wan de doz tên vekirin. Piştî ku Derek rapor aşkera kir ji parêzerên Komeleya Red a Wijdanê Davut Erkan mafê axaftinê girt û têkîldarî pêkanînê kesên ku li Tirkiyeyê red a wijdanî aşkera dikin rû bi rû dimîn agahî da û got ku der barê van kesan de gelek doz tên vekirin û her tim bi sîstema GBT’ê ve tên tacîzkirin. 

‘Şerê naxweyî nîn e li hemberî gelê kurd hewldana îmhayê ye’

Piştre Serokê ÎHD’a Stenbolê Abdulbakî Boga axivî û diyar kir ku ew li welatê ku her roj qatlîamên mîlîtarîst tên jiyîn de têkoşîna ji bo mafê red a wijdanê pîroz dike. Redkarê Wijdanî Mehmet Tarhan jî bal kişand li ser êrîşên li dijî Kobanê û çalakiyên şermezarkirinê yên li bakurê Kurdistanê û wiha got: “Li Tirkiyeyê niha şerekî navxweyî nîn e, li dijî gelê kurd hewldana îmhakirinê ya topyekun heye.” Tarhan da zanîn ku berxwedana li Kobanê ne mîlîtarîst e berovajî wê azadîxwaz û dûrî sîstema mîlîtarîst parastineke cewherî ye. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel a ku beşdarî daxuyanî bû jî wiha axivî: “Pirsgirêka li Tirkiyeyê kur e. Em li welateke ku di warê civakî, siyasî û hemû qadên jiyanê mîlîtarîst e de dijîn. Divê di serî de ev feresata mîlîtarîst bê guhertin.”

‘Dengê li Rojava bilin dibe dengê jiyanê ye’

Piştî daxulaniyê beşdar derbasî ber Liseya Galatasarayê bûn û li vir biryarên red a wijdanî yên nû hatin aşkerakirin. Di çalakiyê de pankarta “Kobanê jiyan e, ji bo jiyanê red dikim” “Em ne qaçax redkarên wijdanî ne” hatin vekirin de dirûşma “Red bike, li ber xwe bide, neçe leşkeriyê” hate berzkirin. Di çalakiyê de Hevseroka Komeleya Red a Wijdanî Merve Arkun axivî û wiha got: “Web i teskere ya ku derxist ve ne deqiqeyeke em bidin we heye ne jî canê ku em bidin we heye. Ew aştiya ku li hemberî DAIŞ’a we bixwe xwedî kiriye re şer bikin bînin dê ji bo herêmê re jibilî qetlîaman tiştekî neyne. Dengê ku hem li vir hem jî li Kobanê bilind dibe ne dengê şer e, dengê jiyanê ye.” Piştre redkarê wijdanî Jan Aktaş û Vedat Zîncîr girtekên GBT’ê yên dane wan şewitandin û careke din çûna leşkeriyê red kirin. 

‘Ji bo jinên ku li ber xwe didin red dikim’

Piştre welatiyê bi navê Ugur Bolat axivî u wiha got: “Ez wekî tirkekî ne wekî leşker ji dayik bûm ne jî ez ê bibim leşker. Ez wekî tirkekî tevlibûna artêşa dagirker a vê dewletê ku şoreşa Rojava, demokrasî û mafên mirovan hezim nake û ji bo komkujiyên nû zemînê ava dike red dikim.” Welatiya bi navê Zeynep Coşkunkan jî red a wijdanî bi gotina “Ez ji bo jinên ku li Kobanê li ber xwe didin red dikim” red a xwe ya wijdanî aşkera kir.

(zt)