'Li İzmirê bi hinceta anîna xwarê ya olê bi çekan êrîşî gel kirin'

08:40

Handan Tufan / JİNHA


İZMİR – Li Îzmîrê polîsan provakasyona olê kirin û li gel nijadperestan êrîşî gel kirin. Hat hînbûn ku bi hinceta provakasyona ol anîne xwarê polîsan li nijadperestan çek belav kirin û wiha êrîşî gel kirine.


Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kantona Kobanê bi rojane li Kurdistan Tirkiye û gelek deverên cîhanê gel rabûne ser lingan. Ji ber şideta polîs û komên nijadperestan bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndarbûn. Li taxa Yaman ya navçeya Bayrakli ya Îzmîrê jî polîsan bi bihaneya provakasyona olê li gel nijadperestan êrîşî gel kirin.


‘Bun yek û bi çekan êrîş kirin’


Welatiyê bi navê Goksel Yerdut diyar kir ku hîna welatiyan ji bo protestokirina êrîşên ser Kobanê tu çalakî nekirîn polîsan bi hinceta provakasyona olê kirin. Polîsan ola tirkan ya li ber PTT’ê anîn xwar û bi gotinên weke: “Ol anîn xwar, dê olê bi şewitînin” yên porvakasyonê kirin.


Goksel da zanîn ku dixwazin welatiyên li taxê dijîn li hemberî hev bixin û wiha domand: “Meseleya olê di roja yekê de hat jiyan kirin. Dema bi şev welatî daketin qadan nijadperest bi gotinên ‘dê olê bişewitînin’ êrîşî gel kirin. Polîs komên MHP’ê didin kêleka xwe û wiha êrîşî welatiyên ji bo Kobanê di çalakiyan de dikin. Dewlet hewildidin bi provakasyona olê şer derbixin. Mînaka vê ya herî berçav li taxa Yaman hat jiyan kirin. Em zarokên vê taxêne û cara yekeme rastî tuşetke wiha tên. Bi awayek vekirî dewlet provakasyonan dike. Ji xwe tu prsgirêka me li gel olê nîne. Tenê derdê me helwesta dewletê ya girêdayî êrîşên ser Kobanê ye. Êrîşî çalakiyên demokratîk dikin.”


‘Çek yê polîsanin’


Welatiyê bi navê Huseyîn Kaya jî anî ziman ku polîsan bi şidet êrîşî çalakiyên ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê kirine û wiha axivî: “Polîsan ola tirkan ya li ber PTT’ê anîn xwar û ji gel re gotin ‘Ev al vîna me û şerefa meye’ yanî hewil didan provakasyonê bikin. Bi şev provakasyon kirin. Polîsan çek li nijadperestan belav kirin û wiha êrîşî gel kirin. Heta ser şaneşînan jî gel gulebaran kirin. Hem polîsan û hem jî nijadperestan duruşmeyên weke ‘Bijî DAIŞ’ bilind dikirin. Paşê jî ji bo xwe bê guneh derxînin bi gotinên weke ‘Kurdan û elewiyan êrîşî me kirin’ dikirin. Min bi çavê xwe dîtin polîsên sivîl li gel nijadperestan digeriyan û bi hev re çay vedixwarin. Polîsan wesayîtên zirxî radiwestandin û polîsên hindirê wan de maç dikirin. Heya niha min tuştek wiha nedîtiye. Nijadperest ji polîsan cesaretê digirin.”


‘Bi çekan êrîşî gel kirin’


Hatîce Kaya jî diyar kir ku bi helîkopteran gaz diavêtin taxê û li agliyê dinê jî komek nijadperest li gel polîsan êrîşî gel dikirin. Hatîce da zanîn k udi nava taxê de nijadperestan duruşmên weke “Bijî DAIŞ” bilind dikirin û wiha domand: “Bi gazê, avaşid, dar û çekan êrîşî gel kirin. Di nava vê taxê de carayekem çalakiyek wiha bi şidet dibînim.”


 (zt)