Li sê cebheyan çete cardin darbe xwerin:74 kûştî

12:53

 


JINHA


KOBANÊ-Li Kobanê şer bi dijwarî didome.Li beramberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên dijwar,şervanên YPGYPJ'ê bi çalakiyan bersiv dan çeteyan.Di encamê çalakiyê ku ji sê cebheyan ve hatî li darxistin herî kêm 74'çete  hatine kûştin.


Li başûr,rojhilat û rojavayê Kobanê şer bi awayek dijwar bê navber didome.Di şerên du rojande,şerê herî dijwar ji duh êvarê heya niha berdewam dike.Li ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê çalakiya bersiv dayina şervanên YPGYPJ'ê hate li darxistin.Di encamê çalakiyê de çeteyên DAIŞ'ê darbeyên mezin xwerin.


Şerê herî dijwar lê diqewime li rojhilata Kobanê li ser êrîşa çeteyan,rastî çalakiya şervanan hatin,di encam de 30'î çete hatin kûştin.


Li rojavayê Kobanê jî şervanên YPGYPG'ê li ser pir noqteyên çeteyan de girtin û çalakî li darxistin,di encamê çalakiya li vir jî,25' çete û 2' tirimbêl hatin îmha kirin.


Li başûrê Kobanê jî bi êrîşên dijwar û çalakiya bersiv dayinên xort 19'e çete li vir hatin kûştin.Disan li başûrê Kobanê duh û roja berî wê êvarê tirimbêlek bombe barkirî ji aliyê şervanên YPGYPJ'ê hate rûxandin.


(rt)