Îddîaya ku karakola Jendermeyan ya sînor ji çeteyan re hatiye vekirin
14:49
JINHA
RIHA - Li gondê Kîkan ya dikeve rojhilata Kobanê tê îddia kirin ku bi çûyîna rojê re,çeteyên DAIŞ'ê li ser sînor berê xwe dide karakola jendarmayê sînor, ya ku dikeve vî alî gondê Zehwan û tê gotin ku çeteyan ji leşkerên Tirk daxweza girtina şervanên "YPG'ê,HPG'ê û ciwanên walat parêz bikin û radestî wan bikin".
Alikariya Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ'ê re her roj bi mînakên nû tê li pêşberî me.Her car dihate îddîa kirin ku, li ser sînor bi şêwazên cûda derbas bûna çeteyan yê li ser sînor û bê deng mayina leşkerên Tirkbûn.Vê carê tê gotîn , deriya karakolê sînor ji çeteyan re hatiye vekirin.Li gorî agahiyên herêmî, li gondê Kîkan, ku dikeve rojhilata Kobanê ya di destê çeteyên DAIŞ'ê de ber bi êvarê berê xwe didin sînor û diçin karakulê Jandarmeyan ya gondê Zehwan ê ku dikeve ser xetê.Çete bi çekên suîkastê karnasê hatin û bi fermandarê karakulê re bi saetan hevdîtin kirin. û tê gotin ku fermandarê çeteyan daxweza"girtina şervanên YPG'ê HPG'ê û ciwanên kurd û radestî wan bike"
Vê xeta sînor hertim tê bi karanîn lê maskeyên ku çete li ser çavê xwe digrin mijarek din ya ku balê dikşîne.
(rt)
