Komeleya Roj Women li Rojava dest bi xebatên xwe kir

18:12

 


JINHA


AMED -  Komeleya Roj Women ya ku navenda wê li Londonê ye,rapora  xwe ya derbarê rewşa koçberên êzîdî yên Şengalê li rojava diyar kir.


Bi armanca lêkolîn û çavdêriya  rewşa kurdên êzîdî yên şengalê, şandeya Komelaya Roj Women ya ku  serî li kantona cezîrê da. Rapor ji bo mediya yê amade kir . Heyeta ku serdana kurdên êzîdî yê şengalê li Kampa Newroz ya li Kantona Cizîrê yê Rojavayê Kurdistanê  kirin raporên derbarê tûndiya ku li jinan hat kirin, rewşa aborî û rewşa mirovahî  ya ku jinê êzîdî jiyan dike amade kirin.


'Di Kantonên xweser de jin tên parastin'


Di raporên Komeleya Roj Women de hat destnîşan kirin ku jinên êzîdî yên ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê ji Şengalê koçber bûn û li Kampa Newroz bi cî bûn tên parastin û wiha hat diyar kirin ku: " Me hevdîtin bi jinên êzîdî yên li Kampa Newroz bi cî bûne pêk anî, herwiha bi endamên sazî û dezgehên jinan yên li Kantona Cizîrê, di hemû hevdîtin û lêkolînên ku hatin kirin de diyar bû ku jin li Kantona  Cizîrê ya xweser tên parastin.  Kar û xebatên piratîk yên ku ji bo çareserkirina rewşa jinên şengalî girin û cedî ne."


'Bi germahîkê  hatin pêşwaz kirin'


Komeleya Roj Women di rapora xwe de bal kişan ser germahî û nêzîkatiya xelkên Rojava ya ku li hemberî kurdên êzîdî  û diyar kirin ku di encamên lêkolîn û hevpeyivînan de derket holê. Kurdên êzîdî bi germahî ji aliyê xelkên Rojava hatin pêşwazkirin û wiha berdewamî dan daxuyaniyên xwe: " Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbasî başûrê Kurdistanê bû bi hezarn gelê Şengalê ji êrîşên DAIŞ'ê xelas kirin. Kurdên êzîdî ji aliyê xelkên Rojava bi germahî hatin pêşwazî kirin. Ev yek jî di bandorek erînî ser derûniya wan kesên ku ji cengek mezin derketine kir. Hêzên YPG,YPJ û Asayiş wan ji mirinê parstin. Ji ber vê yekê ew ji qehermantiya wan pişterastin û ev yek hestekî ewlehî bi wan dide jiyan kirin."


(şh/rt)