‘Dê li dijî serdestiyê hêza demokrasiyê li pêş bixin’
02:16
Zehra Dogan/JINHA
STENBOL – Oya Baydar got ku divê pêvajoya aştî û demokrasiyê li hevdû neyên cuda kirin û her du pêvajo divê bi hevre bê meşandin. Melek Ulagay diyar kir ku divê jin xwedî li aştiyê derkeve û aştî divê civakî be û her wiha tenê bi îmzekirina metnên aştiyê aştî pêk naye. Zeynep Orbeci jî destnîşan kir ku wekî şoreşên din ên cîhanê, jinên azadî û aştî xwez tu carî berê xwe nadin mitfaxê, dê ji bo mafê xwe têkoşîn.
Demek dirêje li Tirkiyeyê li ser pêvajoya aştî û çareseriyê nîqaş tê kirin. Jin ji bo bibin mudaxilî pêvajoya hatî destpê kirin xebatên hevpar didin dest pê kirin. Rojnameger û nivîskar Oya Baydar, Derhêra Belgefîlman Melek Ulagay û aktîvîsta Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk Zeynep Olbeci der barê hewldanên jinan de nêrînên xwe anîn ziman.
‘Fikr, raman û çalakiyên hevpar hewceye’
Rojnameger û nivîskar Oya Baydar, bal kişand ser girîngiya pêvajoya ku hatî destpêkirin û destnîşan kir ku şer û pevçûn her tim dibe sedema belavbûnê û parçebûne. Oya, wiha axivî: “Em her tim di nava axaftinên xwe de dibêjin jinên li herêmê û jinên li Tirkiyeyê, mixabin di nav me de cudabûneke wisa tê kirin. Hewldana jinan a fikreke, ramaneke, çalakiyeke û plansaziyeke hevpar di vê pêvajoye de girîng e. Heta niha tişteke bi vî rengî û hevparbûneke bi vî rengî nehat kirin. Şer û pevçûn dibe sedema belavbûn û parçebûnê. Alîgir çend heman tiştî bixwazin jî gelek caran cuda difikirin.”
‘Ji pêvajoyê bi hêvîne’
Oya, diyar kir ku jin ji bo aştiyê gelek caran hewldan ku bicivîn, lê serkeftin pêk nehat. Oya, got ku niha gelek tişt guherî û şert û merc pir cudane. Oya, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em pêvajoya ku hatî destpê kirin bi hêvîne. Divê pêvajoya aştiyê têk neçe. Dibe ku cudabûn derkeve lê, heke aştî, hizûr, demokrasî tê xwestin divê xalên hevpar bên derxistin û xebatên hevpar bên meşandin.”
‘Tevgera Demokrasiyê li pêş bixin’
Oya, di axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan û daxuyand ku piştî 10 salan gaveke girîng hat avêtin û ev tişt hêviyek dide mirovan. Oya, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev pêvajoyeke pir dirêje û demek dirêj dixwaze. Li gorî min paşvekişandina PKK’ê pêvajoyeke lê pêvajoya esasî piştî vê destpêdike. Karê û barê jinê jî li vir dest pê dike. Ev pêvajoya demokrasiyeyê. Divê pêvajoya aştî û demokrasiyê li hevdû neyên cuda kirin. Pêşî aştî piştre jî demokrasî nabe. Her du pêvajo divê bi hevre bê meşandin. Jin û bi taybetî jinên cîwan bi hêzeke xurt û hevpar tevgera demokrasiyê li pêş bixin.”
‘Jin bêtir berhemên şer nas dikin’
Derhêra Belgefîlman Melek Ulagay di salên 80’an heta îro din ava hewldanên aştiyê de cih digire. Bi salane ji bo aştiyê xebatan dimeşîne. Melek, da zanîn ku îro li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin.
Melek, daxuyand ku ji bo aştiyê rol û mîsyona jinê girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Divê jin di pêvajoya aştiyê bi vî rengî de cih bigire. Ez bi salane ji bo aştiyê dixebitim. Min dît ku heta ku jin tevli pêvajoyên bi vî rengî nebin aştî pêk naye.” Melek, got ku tu carî bi destê jinê şer dest pê hekiriye, jin her tim bi hewldanên xwe alîgiriya xwe ya aştiyê nîşandaye. Melek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin her tim bûne mexdûrê şer û eş û kulê şer. Her tim şer li ser jinê bi bandor bûye. Ji ber vê sedemê jin bêtir şer nas dike. Aştiyeke dê bi destê jinê pêk bê.”
‘Jin dê mudaxîlî pêvajoyê bibin’
Melek di axaftina xwe de bal kişand ser konferasa Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan a ku li Stenbolê pêk hatî û diyar kir ku di vê konferansê de jin rê û rêbazên tevlibûna xwe ya pêvajoyê nîqaş kirin û plansaziyek derxistin. Melek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin bi xebat û yekitiya xwe dê dengê xwebilin bikin û bibin mudaxilî pêvajoyê. Jin dê rê û rêbazên xwe bi hevre diyar bike. Divê jin xwedî li aştiyê derkeve û aştî divê civakî be. Tenê bi îmzakirina metnên aştiyê aştî pêk naye. Jin tenê ji bo aştiyê na ji bo demokrasiya hemû gelan têkoşînê didin. Divê wekhevî di her qadê de pêk bê. Jin tu carî wekî mêr nafikire û serdestiyê qebûl nakin.
‘Jin dê dîrokeke nû binîvsînin’
Zeynep Olbeci, aktîvîsta Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk de cih digire û bi sala ne di nav xebatên jinan de cih digire. Zeynep, di axaftina xwe de bal kişand ser konferansa yekem a jinên Tirkiyeyê. Zeynep, daxuyand ku tevlibûna hemû kesiman a konferansê girîng bû. Zeynep wiha nêrînên xwe ya der barê konferansa ku hefteya borî hatî li dar xistin anî ziman: “Bi salane jin têdikoşin, bi ked û xebatên jinan ev pêvajo derket holê. Her wiha di serî de bi saya hewldana birêz Ocalan, jinên li girtîgehê, jinên li gund û bajaran bi tevahî keda hemû jinan pêvajo hat vê merheleyê. Di konferansê de tecrûbeyên jinên cîhanê jî hat nirxandin û ev tişt girîng e. Jin bi tecrûbeyên xwe yên dîrokê dê carek din dîrokeke din binîvsinin.”
‘Jin alîgirê pêvajoyê ne’
Zeynep, destnîşan kir ku jin aligirekê pêvajoyê ye, di makeqanûnê de wisaye û di her qadên jiyanê de wisaye. Zeynep, got ku wekî Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk li hemberî pêvajoyê rol û mîsyona xwe bînin cih û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Lê bi hewldana Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk nabe û terê jî nake. Divê hemû jinên li Tirkiyeyê dijîn ji bo pêşeroja xwe di xebatan de cih bigirin.”
‘Jin carek din berê xwe nadin mitfaxê’
Aktîvîsta Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk Zeynep, di axaftina xwe de bak ikişand ser dûrxistina hîn kesiman û wiha got: “Di rastiya erdnegariya me de gelek kesim ji dûrê vê pêvajoyê tê hiştin. Bi taybetî jî jin tên dûrxistin. Nasnameya jinê di rêza duyemîn de tê dîtin û mafên van a xwezî ji destê van tê girtin. Lê jin vî tiştî qebûl nakin dê li dijî vî yekî bi nasnameya xwe ya jinbûnê serî rakin û dê bibin mudaxilî pêvajoyê. Jin dê vê pêvajoyê de li her qadên jiyanê daxwazên xwe bînin ziman û xwedî mafên xwe derkevin û bibin xwedî vînekî. Wekî şoreşên din ên cîhanê, jinên azadî û aştî xwez berê xwe nadin mitfaxê. Emê mafê xwe bi têkoşîna xwe bi dest bixin. “
Wêne-Dîmen: Zehra Dogan, Eylem Daş, Leyla Ayaz
(la)

