Raci Bilici: Em hewildidin bîlançoya bûyerên hatin jiyîn derxînin
09:15
Şehriban Aslan/JINHA
AMED – Ji ber zêdebûna êrîşên yên DAIŞ’ê yên ser Kobanê li herêmê û gelek deverên cîhanê gel rabû ser lingan. Yek ji navendên rabûn jî Amede. Di bûyerên hatin jiyan kirin de gelek kesan jiyana xwe ji dest da, gelek birîndarbûn û gelek jî hatin binçavkirin. Girêdayî bûyerên hatin jiyan kirin Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Racî Bîlîcî wiha nirxandin kir: “Ji bo ku bîlançoya binpêkirinên mafan yên hatîn jiyan kirin bên zanîn em din ava xebatekê denin.”
Ji bo prostestokirina zêdebûna êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kantona Kobanê û polîtîkayên AKP’ê di serî de li herêmê, Tirkiye û gelek deverên cîhanê gel rabûn raperînê. Di çalakiyên hatin kirin û mudaxelekirinên çalakiyan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndarbûn û gelek jî hatin binçav kirin. Di çalakiyan de di serî de li Amedê û gelek deverêndinê hîna binçavkirin berdewam dike. Li Amedê xizmên kesên hatin binçavkirin û Şaxa Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) serlêdan kirin û hewildan aqubeta xizmên xwe yên girtî bizanin. Di derbarê bûyerê de Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku wan li gel xizmên kesên jiyana xwe ji destdane, yên birîndar bûne û yên hatine girtin de serlêdan kirine.
‘Hêzên tayîbet hedef girtine û wiha gule barandine’
Di çalakiyan de polîsan li hemberî çalakvanan hêzek cuda dane xebitandin û wiha got: “Li Kurdisanê û gelek cihên dinê welatî hedef hatine girtin û gulebarankirin. Em dikarin bêjin hîna ew helwesta wan berdewam dike. Di bûyeran de bi sedan kes hatin girtin. Lê heya niha di derbarê yên hatine binçavkirin de hîna hijmarek sabît di destê me de nîne. Tenê dema ku parêzer yan jî malabat dibêjin agahiya me jî çêdibe. Em di van rewşan de dikevin zorê jî.”
‘Yên ku serlêdanê dikin din ava metirsiyê denin’
Racî balkişand ser qedexeya Daketina Kolanan û di wê demê de bûyerên hatin jiyan kirin û wiha got: “Bi qedexekirina derketina kolanan re em jî nekarî em xwe bigihînin gelek deverên bajêr. Me xwest em komeleya xwe vekin û li wê bûyeran bişopînin lê ji aliyê hêzên tayîbet ve xebatên me dihatin asteng kirin.” Racî dazanîn ku gelek kesên serlêdan dikirin diyar dikirin ku ew ji aliyê hinek ajanên girêdayî HUDA-PAR’ê ve hedef hatine nîşandan û li ser wan nûçe çêkirine û wiha domand: “Kesên ku ji aliyê wan ajansan ve hedef hatine nîşandan wêne, nav û navnîşanên wan di mediyaya civakî de belav kirine. Ji ber wê jî gelek kesên serlêdan dikin dibin metirsiyek mezindenin û ewlehiya canê wan nîne.”
‘Em dinava lêgerînek mezin de nin’
Racî destnîşan kir ku ji ber bûyerên hatine jiyan kirin wan lez daye xebatên xwe û wiha axivî: “Ji bo ku em bîlançoya van bûyerên binpêkirinên mafan yên hovane yên li Amed û Kurdistanê derketine bizanin û bi raya giştî re par bikin em dinava lêgerînek mezin denin. Em meteryal û agahiyan komdikin. Emê vêyekê di demek nêz de bi raya giştî re par bikin.”
(zt)

