Girtiyên PAJK’ê dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem kirin

11:27

JINHA


ÎZMÎT- Ji bo protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê û pêvajoya heyî girtiyên PAJK’ê dest bi çalakiyan kirine. Girtiyan bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku ser navê wan tevan 10 hevalên wan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirine û wiha hat gotin: “Ji 8’ê cotmehê ve di Girtîgeha Gebzê de ser navê me hemûyan 10 hevalên me dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorvager kirine. Weke girtiyên PAJK’ê emê bi çalakiyên xwe helwesta hikumet, dewletê û NY ê protesto bikin.”


Girtiyên PAJK’ê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wan ji bo pêvajoya heyî û tayîbetî jî ji bo piştevaniya xwe ya li gel berxwedana Kobanê dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorvege kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ser navê girtiyên PAJK’ê 10 girtiyên PAJK’ê yên li Girtîgeha Gebzê dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirine.


Daxuyanî wiha despêdike:


“Ji 8’ê cotmehê ve di Girtîgeha Gebzê de ser navê me hemûyan 10 hevalên me dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorvager kirine. Weke girtiyên PAJK’ê emê bi çalakiyên xwe helwesta hikumet û dewletê protesto bikin. Emê bi çalakiyên xwe helwesta diru ya dewletên navnetewiyên ku xwe weke mirovên rast û parêzvanên mirovan nîşan didin protesto bikin. Daxwaza me di serî de Komara tirk û Netewên Yekbûyî sitatoya Rojava bi pejirînin û ambargoya ser Rojava rakin. Emê dubare van daxwazên xwe ji hikumetê û hemû saziyên navnetewî re bişînin. Emê bi vê qêrîna xwe ya ji kurahiya binê girtîgehan bêjin em li gel Kobanê ne…”  


(zt)