Meclisa Dayîkên Aştiyê: Heger korîdor neyê vekirin dê şer kur bibe
11:39
JINHA
RIHA - Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê rastî bersiva tund a şervanên YPG/YPJ'ê tên lê ji ber 3 saliyên Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û aliyek jî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin welatiyên sivîl ên li Kobanê dijîn di bin talukeya komkujiyê de ne. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Stenbolê balkişandin ser banga Neteweyên Yekbûyî yên li ser Tirkiyeyê re korîdora alîkariyê bê vekirin û diyar kirin ku heke korîdor neyê vekirin dê şer kur bibe û sivîl dê zirareke mezin bibînin.
Şerê li Kobanê bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê îlonê de dest pê kir bi berxwedaniya YPG,YPJ û gelê sivîl berdewam dike. Ji bo Kobanê NY'ê xwset korîdora alîkariyê bê vekirin û Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Stenbolê gav neavêtina Tirkiyeyê nirxandin. Meclisa Dayikên Aştiyê diyar kir ku Tirkiye bi venekirina korîdora mirovahiyê bi awayeke vekirî piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê û dixwaze bi tememî gelê kurd tune bike. Dayika Aştiyê Bediha Gokkuz, diyar kir ku Kobanê dilê herêmê ye heke Kobanê bikeve dê hemû herêm bikeve. Gokkuz anî ziman ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê bi armanca gelê kurd tune bikin e û wiha got: "Heke korîodor bê vekirin em ligel alîkariyên dikin dê birîndarên xwe jî bigirin. Em tu tiştî ji Tirkiyeyê naxwazin tenê korîdorê ve bike. Hêzên koalîsyonê jî rola xwe bilîzîn. Ji ber ku bombebarana balafirên li qadên vala pêk tê. Heke hêzên koalîsyonê alîkariyê bikin Kobanê dê ewlehiya xwe ya navxweyî pêk bîne."
'Heke koridor neyê vekirin dê şer kur bibe'
Gokkuz wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber deriyên sînor ên Tirkiyeyê girtin nayên vekirin gelek birîndarên me li sînor jiyana xwe ji dest didin. Heke korîdor neyê vekirin dê şer kur bibe. Divê demildest korîdora mirovahî bê vekirin heke dê sebra gelê kurd û dayîkan rabibe. Banga min ji bo ciwanên kurd e, xwe perwerde bikin û li hemberî dewleta tirk xwe biparêzin. Hikûmeta AKP'ê dixwaze ciwanên kurd li ser vê axê tune bike. Divê xwe biparêzin û piştgiriyê bidin Kobanê."
'Heke Kobanê bikeve dê Tirkiye jî para xwe bigire'
Dayika Aştiyê Ezîne Dal jî wiha got: "Kantona Kobanê, kantoneke stratejîk e. Heke îro Kobanê bikeve dê ji vê yêkê Tirkiye jî nerihet bibe. Em ji bo Kobanê li vir in û heya dawiyê em dê têkoşîna xwe bidomînin û li sînor nobetê bigirin. Pêvîst be em dê sînor derbas bikin. Em dê bombeyên dikevin Kobanê rawestînin û ji komkujiyê re em dê xwe bikin mertal. Hêzên koalîsyonê yên dixwazin alîkariyê bidin Kobanê bila cidî nêz bibin." Dal, diyar kir ku hêj çete neketin Kobanê hêzên koalîsyonê mudaxele nekirin û wiha axivî: "Armanca wan çeteyên DAIŞ'ê bikevin Kobanê û hêza şervanên YPG û YPJ'ê qels bikin û pişt re mudaxele bikin û bêjin 'Me Kobanê xilas kir' Em bang li gelê kurd dikin vê lîstika qirêj bibînin û tevlî nobet li sînor bibin."
'DAIŞ'a esil Tirkiye ye'
Dal anî ziman ku gelê kurd heya niha çav neday axa tu gelan û zilim li tu kesî nekiriye û wiha pê de çû: "Em teqez destûrê nadin kesên çav didin axa me û dixwazin zilmê li me bikin. Bila tu kes nerabe bêje ka DAIŞ'ê li ku ye. Ji ber ku DAIŞ'ê hilberîna Tirkiyeyê ye û Tirkiye bi xwe DAIŞ e. Divê hemû ciwanên kurd berê xwe bidin Kobanê."
'Divê li hemberî hovan korîdor pêk bê'
Dayika Aştiyê Dondu Ergîn jî diyar kir ku tezkereya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî derxistin ji bo alîkariya Kobanê nehatiye derxistin û wiha got: "Ev tezker tenê bi armanca alîkariyê bidin çeteyên DAIŞ'ê hate derxistin. Ji altiyê Tirkiyeyê ve teqez divê korîdor bê vekirin. Ji ber ku welatiyên sivîl li wir hene û şervanên YPG û YAJ'ê gel diparêzin. Divê li hemberî van hovan korîdor bê vekirin û hemû alîkarî bên kirin."
(zt)

