Girtiyên PAJK’ê êşa wendakirina dayîka Hewa par kirin

11:49

JINHA


ÎZMÎT - Girtiyên PAJK’ê bi daxuyaniyek nivîskî xemgîniya Serokatiya xwe û malbatê parkirin û wiha gotin: “Weke girtiyên PAJK’ê em ji Rêbertiya xwe, malbat û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.Emê bi bilindkirina berxwedana welatê xwe û tekoşîna azadiya jinê bikarin bibin bersiva bîranîna dayîka Hewa û hemû dayîkên şehîdan.”


Girtiyên PAJK’ê bi daxuyaniyek nivîskî xemgîniya xwe ya ji bo wendakirina dayîka Hewa anîn ziman. Girtiyan diyar kirin ku Ew bi wendakirina dayîka Hewa xemgînbûne û wiha gotin: “Me di 6’ê Cotmehê de xwişka Rêberê xwe, dayîka hevalên xwe, hevjîna hevalê xwe, jina welatparêz û kedkar Dayîka Hewa wenda kir.”


‘Ji bo tevgera jinê dayîka Hewa wediyê nirxek mezine’


Girtiyan dan zanîn ku dayîka Hewa ji bo tevgera jinê xwedî nirxek mezine û wenda kirina wê jî di heman demê de ji bo tevgera jinê wendahiyek mezine û wiha domandin: “Dayîka Hewa jî weke jinên bi hijmar yên di jiyana Rêberê Konfedralîzma Demokratîk de xwedî rist, wê jî ristek dîrokî û tije wate lîstiye. Wateya ku jiyana heyî nayê pejirandin jîna azad û jiyana jênegere. Lewra jî Dayîka Hewa ji bo tevgera jinê û xeta azadiya jinê xwediyê nirx û wateyek mezine.


‘Emê bi berxwedanê bibin bersiva bîranînên dayîka Hewa’


Girtiyan bilêv kirin ku dayîka Hewa li gel hemû şert û mercan jî heya dawiyê tekoşîna kiriye û wiha dom kirin: “Piştî despêkirina komploya navnetewî tevî ku gelek nexweşiyên dayîka Hewa hebûn jî lê ew weke welatparêzek dildar û tekoşerekê li peyî Rêbertiya me meşiya. Li hemberî hemû bêmafî û êrîşan bi serbilindî lê xwedî derket. Di heman demê de dayîka Hewa weke dayîk û hevjîna şehîdan gelek êş civand û êşa xwe ta dawiya jiyana xwe kire hêvî û baweriya bi doza Kurdistanê.


Weke girtiyên PAJK’ê em ji Rêbertiya xwe, malbat û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.Emê bi bilindkirina berxwedana welatê xwe û tekoşîna azadiya jinê bikarin bibin bersiva bîranîna dayîka Hewa û hemû dayîkên şehîdan.


(zt)