Nazan Ustundag: Heger li Kobanê pêşketin çênebin dê pêvajo raweste!

09:32

Eylem Daş- Mizgin Tabu /JINHA


STENBOL- Peyîwirdara Beşa Civaknasiyê ya Hîndekariya Zanîngeha Bogaziçiyê Nazan Ustundag êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê nirxandin û diyar kir ku heger pêşveçun çênebe dê pêvajo raweste. Hîndekarê Zanîngeha Bogaziçiyê Bulent Kuçuk jî da zanîn ku li Tirkiyê berdewamkirina bêdengiyê tê wateya kurkirina şer.


Peyîwirdara Beşa Civaknasiyê ya Hîndekariya Zanîngeha Bogaziçiyê Nazan Ustundag êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Şengal, Mexmûr û Kobanê nirxand. Nazan destnîşan kir ku êrîşên çeteyan ser Rojava û çavgirtina li hemberî wan êrîşan ne tesadufeke. Nazan derbirî ku pratîka li Rojava şêwedigire dê Rojhilata Navîn bike xwediyê jiyanek nû. Nazan bilêv kir ku dewletên emperyalîst yên serdest ji ber berjewandiyên xwe van êrîşên ser Rojava weke êrîşên hovane nabînin. Nazan anî ziman k udi pêvajoya aştiyê de tu vîna hikumeta AKP’ê nemaye û got: “Ez difikirim ku ji bo Kobanê pêşdeçunek neyê jiyan kirin dê pêvajo bê rawestandin.”


‘Divê ji bo gelên li Tirkiyê dijîn herêmên parastinê bê pêşxistin’


Nazan balişand ser giringiya pêşxistina parastina cewherî û wiha got: “Heta ku parastina cewhariya em dibêjin ji bo gelên li Tirkiyê neyê pêşxistin dê tu deskeftî neyên bi d esxistin. Divê despêkê li Tirkiyê parastina cewherî bê pêşxistin. Heger din ava du rojan de li kolanan 30 welatî hatin qetilkirin ev ne deskeftiyeke. Divê rêxistin baş bê kirin û parastina cewherî bê pêşxistin yan jî dê tuştên gelek xirab bên jiyîn.”


‘Şer tehdîdan pêşdixe’


Hîndekarê Zanîngeha Bogaziçiyê Bulent Kuçuk jî diyar kir ku li hemberî êrîşên ser Kobanê raya giştiya navnetewî bêdenge û wiha domand: “Heger bi alîkariya hikumeta Tirkiyê Kobanê bikeve û raya giştiya navnetewî vê bêdengiya xwe bidomîne dê li Tirkiyê şer pir kur bibe. Ev rewş her kesê dixe nava metirsiyê. Ji ber ev şer ji şerê gerilla pir cudaye û dişibe şerê navxweyî.”


 (zt)