Li sê eniyên Kobanê şer berdewame

09:38

JINHA


KOBANÊ - Li sê aliyên herêma Kobanê di navbera şervanên YPG'ê çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn bi dijwarî heta niha didomin.


Çeteyên DAIŞ'ê ku ji 15'ê îlona derbasbûyî ve dest bi êrîşên xwe yên li dijî herêam Kobanê kirin, di roja 28'an de jî bi hêzeke mezin û çekên giran êrîşên xwe didomînin. Êrîşên çeteyan her rastî bersivdayîna şervanên YPG/YPJ'ê ku li gorî derfetên xwe yên kêm liber xwe didin, tên. Ji ber ku çete nikarin bajarê Kobanê dagir bikin û derbeyên giran ji destê YPG'ê dixun, hemû rêbaz û şêwazên tirsonek bikar tînin.


Li gorî agahiyên ji nûçegîhana ANHA'yê hatine wergirtin, li rojhilat, başûr û rojavayê herêma Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê di asta herî dijwar de didomin.Şevê din li hersê eniyên herêmê şerên giran rûdan û di encamê de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Lê agahiyên zelel ên girêdayî hejmara kuştiyên çeteyan nehatin bidestxistin.


LI hersê eniyan şer di asteke pir dijwar de didome.


(zt)