Parêzer Kezban Yilmaz: Li Tirkiyê hiquq tê qetilkirin
11:05
Şehriban Aslan / JINHA
AMED – Parêzer Kezban Yilmaz êrîşên ser gelê li herêmê û Tirkiyê ji bo Kobanê daketine kolanan nirxand. Kezban diyar kir kul i Tikiyê hiquq tê qetilkirin. Endama Desteya Rêvebir ya Şaxa Egîtîm – Senê ya Amedê Emîne Gul jî da zanîn kul i Tirkiyê pêvajo ji salên 1990’ê xirabtire. Endama Akademiya Jinan ya Amedê Fîgen Aras jî destnîşan kir ku divê demek ji ya dinê zutir pêvajoya muzakereyan bê despêkirin.
Parêzer Kezban Yilmaz anî ziman ku di protestoyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê de li Tirkiye û herêmê 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes hatin birîndarkirin û got: “Encama van bûyeran nîşa me dide kul i Tirkiyê hiquq hatiye qetilkirin. Di protestoyên ji ber êrîşên ser Kobanê hatin kirin de me dît bi destê dewletê dê qirkirin bê kirin. Hiquqek ya dewletê ya ku mirovan qetildike û cenazeyê wan li erdê dihêle heye.”
‘Dewletê baldarbûna pêwîst ji bo kurdan nîşan neda’
Endama Desteya Rêvebir ya Şaxa Egîtîm – Senê ya Amedê Emîne Gul jî balkişand ser êrîşên çeteyan yên ji 15’ê Îlonê heye niha ser Kantona Kobanê berdewam dike û wiha got: “Di vê dema dewiyê de ji bo ku gel neçin ser sînor berprisên dewletê bûn sedema jiyanakirina demek wiha. Heger zêdetir mudaxele bê kirin dê dem ji salên 1990’ê xiratir bibe. Divê berpirsên dewletê zêdetir bi baldarî tevbigerin. Banga min ji bo dewletê di aliyê kurdan de zêdetir baldar tevbigerin û daxwazên wan bipejirînin.”
‘Kurdan vîna xwe nîşandan’
Endama Akademiya Jinan ya Amedê Fîgen Aras jî di derbarê pêvajoyê de wiha nirxandin kir: “Di van çalakiyan de mantiqê paşverutiya tirkan gelek berçave. Kurdan di vê mijarê de vîna xwe diyar kirin. Di serî de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li hev şêwirîn û di aliyê zagonî de ketina nava diyalogan giringe. Heger terzê vê bê kirin dê Tirkiyeyek nû pêşnekeve. Em dizanin hişmendiya dewletê bi awayek aştiyane pirsgirêkê çaresernake. Ji ber wê jî emê tekoşîna xwe berdewam bikin.”
(zt)

