Şevê din jî çeteyan darbe xwarin
11:23
JINHA
KOBANÊ - Di şer û pevçûnên şevê din de li milê rojhilat û başûrêKobanê bi dehan çete hatin kuştin. Her wiha li gor agahiyên me bi dest xistine gelek çekên çeteyan jî hatine desteser kirin.
Şer û pevçûnêndinavbera DAIŞ û şervanênYPG’ê de berdewam dikin. Ji duh êvarê heya serê sibê bê navber pevçûnan berdewam kirin. Di encama pevçûnan de li gorag ahiyên me bi dest xistin şervanên YPG’ê li başûrê Kobanê 2 noqteyên DAIŞ’ê bi dest xistin û di van noqteyan de herîkêm 50 çete kuştine. Hat hînbûn ku cenazeyên gelek çeteyan di destênYPG’ê dene û gelek çekên wan jî hatinebi dest xistin. Dîsa li rojhilat û başûrê rojhilatê bajêr jî heya serê sibê pevçûn berdewam kirin. Li gel ku li van deran jî çeteyan gelek windahî dane, hejmara wan nehat hînbûn.
Di saetên serê sibê de saet di 08.15’an de jî wesayitek çeteyan ya tije bombe bêyî bigihîje hedefa xwe hate îmha kirin. Dîsa şevêdin saet li derdora 11.00’an balefirên şer yên hêzên koalîsyonê li başûrê bajêr 5 caran bombebaran kir. Her wiha serê sibê saet di 07.30’an de jî 2 caran noqteyeke başûr, 3 caran jî noqteyek rojhilatê bajêr bombe kir. Encama van bombebaranan nehat hînbûn.
Şer û pevçûn berdewam dikin.
(ekîp/zt)
