Leşkerên tirk gef li YPG'iyan dixwe

11:27

JINHA


KOBANÊ - Hate hînbûn ku leşkerên tirk gefa ku şervanên YPG'ê ji ser sînor biçin li wan dixwe. Bi vê gefê re çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji rojhilatê Deriyê SÎnor ê Murşîtpinarê êrîş dikin ji êrîşên dijwar dest bi amadekariyê kirine.

ŞErê li Kobanê ya di navbera şervanên YPG/YPJ'ê de bênavber didomin. Di aliyê başûr û rojhilatê Kobanê de çete gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê ku ji bo dagirkirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi dijwarî êrîş dikdin û bi berxwedana çşervanên YPG/YPJ'ê nikarin pêş bikevin û car caran bi alîkariya Tirkiyeyê hewl didn pêşkevin.

Rayedarên leşkerên tirk ên li ser sînor gefa ku şervanên YPG'ê ji ser sînor biçin li wan dixwin û dibêjin ku ger ji wir neçin ew ê êrîş bikin. Ev gefa leşkeran wekî ku ji bo çeteyên DAIŞ'ê li ser sînor pêşbikevin hate şîrovekirin. Hate hînbûn ku çete ji bo êrîşî deriyê sînor bike dest bi amadehiyan kirine û bi alîkariya leşkerên tirk hewl dide li ser sînor pêşbikevin.

(zt)