Welatiyên Kobanê: Em xaka xwe terk nakin

11:50

JINHA


KOBANÊ -Bi hezaran hem welatiyên sivîl ku naxwazin Kobanê terk bikin di nava şert û mercên xirab de jiyana xwe didomînin. Her çiqas çapemenî û rayedarên dewleta tirk bibêjin “Li Kobanê sivîl nemane” jî hebûna bihezaran zarok, jin û mêran nîşan dide ku ev nûçe û agahî ji rastiyê dûr in.


Ji roja ku DAIŞ êrîşî Kobanê kir û heya niha bi deh hezaran hemwelatî ji warên xwe koçberbûn. Di destpêka êrîşan de Tirkiye ji bo Kobanê valabike deriyê sînor heya dawiyê ji hemwelatiyan re vekir. Lê her ku dît kesên ciwan û li ser xwe piştîmalbatên xwe derbasî serxetê dikin, careke din vedigerin Kobanê, îcar polîtîkaya xwe guherand. Êdî nehîşt ku kes vegere Kobanê. Lê li gel vê yekê jî bi hezaran ciwanên Rojavayî dem dem xwe li têlan xistin û derbasî Kobanêbûn. Li gel malbatên ku derbasî serxetêbûn, malbatên ku nexwestin zarokên xwe û xaka Kobanê terk bikin jî hebûn û ev malbat bi her awayî niha li berxwe didin. Bihezaran jin û mêrên extiyar û zarok xaka Kobanê ku ji bo xwe û pêşeroja gelê kurd “xakekepîroz” dibîne, dibêje ku ew ji tîna û birçîna bimirin jî rûmeta xwe ango Kobanê naterikînin.


Jin û zarokên ku di bin şert û mercên xirab de di jîn li gel ku sînorê Tirkiyeyê 100 gav dûrî wan e jî bigotina wan “tenezul” nakin. Hemwelatiyên ku piştî çend rojan bi arvanê ku YPG’ê li wan belav kiriye nanê sêlê dipêjin, dibê jin ku li cihê berxwedana YPG û YPJ’ê rûmet heye û ew vê rûmetê na terikînin.


‘Li gel hemû zor û zehmetiyan em li Kobanêne’


Li gel hem welatiyên ku nan dipêjan hin dayikan jî serê zarokên xwe yên bi rojan e neşûştine dişûştin. Dayikan di got ku êdî sipî ketine serê zarokên wan û bertek nîşanî polîtîkayênTirkiyeyêdan. Dayika bi navê Ferîdê Tirko ku paşiya wesayita xwe kiriye hemam û serê zarokên xwe diwesayitê de d işûşt diyar kir ku 2 sal berê ew ji Taxa Heyderiyê ya Helebê koçberbûne û hatine Kobanê. Dayika Ferîde anî ziman ku îcar dixwazin Kobanê xirab bikin û careke din wankoçberbikin û wiha got: “Lê em axa xwe terk nakin. Li gel hemû zorî û zehmetiyên niha hûn jî dibînin em ji virnaçin. Kabinihêrin sipî ketine serê zarokên me. Ne konên me hene, ne dermanek, ne kincek, ne jî doşekeke ku em li ser razin. Derdora me tije keriyên heywanan e. Em û heywanên xwe dinavahev de dijîn.”


‘Em xwedî şehîd in, xwedî rûmet in’


Dayika Ferîde dibêje ku çeteyên DAIŞ serê zarokan jêdike lê li gel vê yekê jî dunya alem bê deng e û wiha bertek nîşanî rayedarên dewleta tirk dide: “Tu ji xwe re dibêjî misulman. Ka li ku derê ma misulmanetiya we. Hûn radibin dibêjin li Kobanê sivîl nemane. Naxwe em û ev zarokçine. Em xwedî şehîd in, xwedî rûmet in û em van terk nakin.” Di dema axaftina dayika Ferîde de hem welatiyek mînakekê dide û wiha dibêje: “Li Ewropa kesek guleyek berda roviyekî û birîndar kir. Rabûn ew mirov dîtin û ceza danê. Lê li vir çeteyên DAIŞ kêrê dide serê zarokên me û edaleta dinyayê bêdeng e. Bila zanibin kurd xilasnabe.”


Hemwelatiyê bi navê Ehmedê Henîfî jî got ku ew ji gundê Gabelek yê dikeve rojavayê Kobanê ye û wihagot: “Em axa xwe naterikînin. Hebûna me jî tunebûna me jî dê li ser vê axê be.”


‘Bavê Şems û Rostem di çeperên şerdene’


Dayika extiyar AlêŞêxo jî pitikê 3 mehî di gire destên xwe û dibêje ku navê wî Rustem Cûdî ye. Dayika AlêŞêxo wiha dibêje: “Xwişkeke vî pitikî jî heye 5 salî ye û navê wê Şemsê ye. Niha bavê van li Kobanê di çeperên şer de ye. Em ê çawa vir biterikînin.”


‘Em axa xwe bernadin û bi tu deran de naçin’


Hemwelatiyê bi navê Mistefa Îsmaîl jî bang li hemû hêzên navneteweyî kir ku alîkariya Kobanê bikin û wihagot: “Em bi êrîşê van DAIŞ'an re rû birû man e îro. Em van çeteyan ji bomirovahiyê re wekî xeteriyekê dibînin. Di vê ew hêzên li dijî DAIŞ'ê jî, berxwedana me ya li hemberî van çeteyan bibînin. Gelê me li vê derê parîşan e. Divê koridoreke alîkariyê vebe. Divê koridôrê de ne tenê tiştên jiyanî her wiha divê alîkariya çekan jî çêbibe. Em naxwazin panaber bibin, em dixwazin li ser axa xwe di bin parastina YPG û YPJ'ê de bijîn. Ma em ê biçin ku? Li aliyekî DAIŞ heye li aliyên din dijminê gelê kurd dewleta tirkan heye.”


‘Saziyên mafêmirovan û demokratîk li ku derêne?’


Salih Osman jî diyar kir ku ew rewşeke xirab dijîn û wiha pêdeçû: “Em di çemberê de ne. Duh jineke ducanî nexweş ket. Bi saetan di nav betaniyê de ma, lê belê nehîştin em derbas bikin. Di wesayitê de zarokê xwe anî dinê. Nan tune, av tune, derman tune, derfetên paqijiyê tune... Em di xwazin çareyekji me re weredîtin. Em naxwazin dest ji axa xwe berdin. Ka li ku derê ye raya gişti, saziyên mafê mirovan û demokrasi?”


‘Me her tuşên xwe li peyî xwe hêla lê emê xaka xwe li peyî xwe nahêlin’


Wahîde Hemed, Asiya Ebas û Naîle Elî jî gotin ku ew ji her çar aliyan ve hatine dorpêç kirin û di bin zulmeke mezin de ne. Hemwelatiyên jin gotin ku ew naxwazin xaka xwe terk bikin.  Semîra Mualim a 50 salî jî ku ji gundê Degirman e wiha got: “Di saet 10.00'an de DAIŞ kete gundê me. Me tenê kirasên ser xwe karibû xilas bikin. Me her tiştên xwe li pey xwe hişt. Lê em xaka xwe li pey xwe nahêlin.”


(ag/ zt)