Jin û rojnemegerên hatin binçavkirin birin ediliyeyê

12:00

JINHA


AMED  - Duh komek jinên ku bi boneya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê şermezar bikin xwestin têkevin buroya Midûriyeta Herêma Amedê ya TRT'ê, tevî rojnemegeran hatin binçavkirin, de îro di saetên pêş de derxin edliyê. 

Li Amedê komek endamên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), Dayikên Aştiyê û endamên saziyên sivîl ku duh bi boneya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê şermezar bikin xwestin têkevin buroya Midûriyeta Herêmê ya Amedê ya TRT'ê û tevî 3 rojnemegeran hatin binçavkirin hê jî bernedane. Duh heya derengiya şevê welatiyên ku li ber deriyê Midûriyeta Polîsan a Amedê kom bun û li benda berdana 25 kesên binçavkirî man, lê têne dayikek aştiye ku ew ji ber nexweşebû hat berdan û ji bilî wê tu kesên din nehatin berdan. 
Kesên dibin çavde ne di seatên pêş de dê derxin edliyeyê. 


(zt)