Di zimanê zarokan de berxwedana Kobanê

13:05

JINHA


RIHA Zarokên Kobanê diyar kirin ku dê Kobanê tucarî nekeve. Zarokan dan zanîn ku ew li benda roja ku xwişk û birayên wan yên ku wan li peyî xwe hêlane û di çeperên Kobanê de cîh girtine Kobanê azad bikin û ew vegerin ser axa xwene.


Zarokên biçuk yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwestin ser wan qirkirinê bikin reviyane û hatine li Pirsusê hewiyane qala berxwedana Kobanê, xwişk, bira û xizmên xwe yên di çeperên berxwedanê de dikin. Ehmed Osman yê 14 salî k udi qada bin ya avahiya Şeredariya Pirsusê de jiyan dike li gel Xelîl Mihemedê 15 salî û Diyar Mihemedê 10 salî bi xwe cewherê berxwedanêne. Bi hişmendiyek mezin diramin û hewiha di axivin: “Emê bi berxwedana xwişk û birayên xwe yên di çeperan de Kobanê bi ser bixin.”


‘Ez dizanim dê ew serbixin’


Ehmed Osman diyar kir ku berî niha salekê wî bavê xwe Osman yê din ava refên YPG’ê de cîh digirt wenda kir û niha jî 2 xwişkên wî yên bi navê Zozan û Semîre din ava refên YPJ’ê de şer dikin. Balêşe Ehmed ser berxwedana Kobanê gotinên ji temenê xwe mezintir dike û wiha dibêje: “Ez çum gel YPG’ê û min xwest ez beşdarî wan bibim. Wan ji bom in gtin: ‘Tu hîna biçukê, here dema ku tu mezin bûyî were.’ Ez dizanim ku dê ew bi ser bikevin. Ez gelek ji hemû kesên li Kobanê hezdikim û wan silav dikim.” Ehmed hesreta xwe ya ji bo xwişkên xwe yên di çeperên berxwedanê de jî wiha anî ziman: “Ew dilê minin.”


‘Heta yek kurdek mabe emê li ber xwe bidin’


Ehmed saeta xwe ya kesk, sor û zer ku xwişka wî jê re hediye hêlaye nîşan da û got: “Heval Zozan ev ji bom in hêla.” Hesreta wi ya ji bo xwişkên wî di çavên wî de xwe dide nîşandan. Ehmedê biçuk yê ku dayîka wî jî jiyana xwe ji dest dayî û ew li gel birayek yê xwe yê ji wî mezintire bi hev re li Pirsusê dimînîin berxwedana YPG’ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê bilind dibe wiha tîne ziman: “Çeteyan kincên YPG’ê li dînek yê Kobanê kirin, weke YPG yiyekê nîşan dan û qetilkirin. Evane kesên ku tu eleqeya wan bi îslamê re neyîne. Evane ji bo em tuştekê îfade nakin. Heya kurdek mabe emê li ber xwe bidin. Dewletên derve tangan ji bo DAIŞ’ê dibin. Balefirên şer wan bombe nakin. Kes di xêra me de nîne. Dê teqez YPG û YPJ bi ser bikevin û emê vegerin Kobanê. Bila kurd bibin yek û çekan bigihînin destê me. Wê demê emê zutir biserkevin.”


‘Min nedixwest ez bêm’


Birayê Fîrazê YPG yî Xelîl Mihemedê biçuk jî destnîşan kir ku her roj ji bo vegera Kobanê ew diçe ser sînor lê nahêlin ew derbasbe û wiha domand: “Me bernadin. Heger em bimirin jî bila em li Kobanê bimirin. Dema ku em diçin ser sînor jî bombeyên gazê di avêjin me û me paşde vedigerînin.” Xelîlê biçuk wiha qala birayê xwe yê YPG yî dike: “Em hînbûn ku birayê min Fîraz birîndarbûye, lê nehat vî aliyî. Berî niha jî birîndarbû lê piştî tedawiyê cardin vegeriya herêma şer. Malbatê ew bi nîşan kiribû. Birayê min ji bo malbatê got: ‘Hevalên min li kêleka min şehîd ketin. Me zilm dît. Ez na zewicim. Ezê biçim li kêleka hevalên xwe şer bikim û heya mirinê li ber xwe bidim.’ Paşê jî ji ber êrîşên tangan diya min, bavê min û xwişka min hatin Pirsusê. Ez ji wan reviyam çum gel YPG’ê. 3 rojan li gel wan mam. Min nedixwest bêm. Birayê min Fîraz hat ez şandim. Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê Kobanê biparêzin.”


‘Dê Kobanê nekeve’


Di ruyê birayê Fîrazê YPG yî Diyarê biçuk de jî beşîşî kêm  nabe. Diyar dibêje: “Kobanê nakeve.” Diyarê biçuk anî ziman ku ew gelek ji kurdan hez dike û wî gelek bêriya birayê xwe Fîraz kiriye.


 (zt)