Nûçeyên şideta ser jinan zêdebûne

14:23

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîna Navenda Şopandina Medya Înterpress ê ya sala 2012'an şideta  ser jinan zêdebûye û nûçeyên şedeta ser jinan yên di çapemeniyê de derketine gihiştine 30 hezaran.


Lêkolîna mijara wê “Şideta ser jinan” ya Navenda Şopandina Medya Înserpress ê ya sala 2012’an hat weşandin. Li gorî lêkolîna Înterpresst ê yek yek nûçeyên nêzî 2 hezar kovar û rojnameyên herêmî û netewi yên ser jinan nêrîne û lig orî wan lêkolînan di sala 2012’an de ew gihiştine 29 hezar û 248 nûçeyên şidetê. Li gorî lêkolînê herî zêde nûçeyên ser şedeta fîzîkî hatine dîtin. Bi giştî bi nûçeyên şideta fîzîkî bi qasî 8 hezar û 146 hatine dîtin, 4 hezar û 201 jî nûçeyên şideta zayendî hatine dîtin û 946 nûçeyên şideta gotinan û derunî  hatine dîtin.


Li gorî lêkolîna hatî kirin di sala derbasbûyî de di çapemeniyê de nûçeyên ser şideta derunî, gotinî, zayendî û fîzîki ya ser jinan gelek zêde bûye.


Çavkanî: Cîhan  


(rt/zt)