Jinan ji bo Kobanê dest bi çalakiya girteva birçîbûnê kirin!
15:05
JINHA
AMED – Gelek jinên di navê de Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê, aktîvîstên DOKH’ê û gelek emdamên Meclisa Dayîkên Aştiyê jî heyîn xwestin bi boneya vekirina korudora ji bo Kobanê bimeşin ber deriyê avahiya navenda AKP’ê ya Amedê. Balkêşbû meşa wan ji aliyê polîsên jin ve hat asteng kirin. Dema ku meşa wan hat asteng kirin din av de Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî heyî jinan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Jinan diyar kirin ku heya destura meşê nedin dê çalakiya wan ya gireva birçîbûnê berdewam bike.
Gelek jinên di navê de Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê, gelek aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokrat DOKH’ê û gelek emdamên Meclisa Dayîkên Aştiyê jî heyîn xwestin bi boneya vekirina korudora ji bo Kobanê bimeşin ber deriyê avahiya navenda AKP’ê ya Amedê. Jin li Orman Parqê ya navçeya Peyasê ya Amedê hatin bahev û dest bi meşê kirin lê meşa jinan ji aliyê polîsên jin ve hat asteng kirin. Dema ku meşa wan hat asteng kirin din av de Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî heyî jinan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Jinan dan zanîn ku heya destura meşê neyê dayîn dê çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê berdewam bikin.
‘Heta destura meşê neyê dayîn emê çalakiya xwe bidomînin’
Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku ji bo ew daxwazên xwe bînin ziman xwestine bimeşin ber navenda AKP’ê, lê ev talabên wan bi girtinan û şidetê tê asteng kirin. Zubeyde anî ziman ku wan xwestine ji bo vekirina korudora ji bo Kobanê wan dest bi vê çalakiyê kirine. Zubeyde balkişand ser binçavkirina jinên duh xwestin bikevin hindirê avahiya TRT’ê û wiha got: “Ez li vêderê bi daxwaza xwe heya ku pêşiya meşa me neyê vekirin çalakiya gireva birçîbûnê berdewam dikim. Ez bang li hemû jinan dikim bil ali vêderê alîkarî bidin çalakiya me.”
(zt)

