Jinên meşa wan hat asteng kirin dest bi çalakiya runiştinê kirin

15:33

JINHA


 AMED - Bi sedema êrîşê çeteyan li ser Kobanê,jinên Têkela DOKH'ê ya Amedê daxweziya vekirina "korîdora alikariya mirovî" kirin. Xwestin ji b ovan daxwazên xwe xwestin bimeşin ber avahiya AKP'ê ya Amedê. Polîsan li pêşiya meşa jinan barîkat danî û nehêştin meşa xwe li dar bixin.Li ser vê yekê jinan dest bi çalakiya rûnişkandinê kirin û dan zanîn ku ewê heya barîkat polîsan ranebe,ewê çalakiya xwe bidomînin.


Tevgerên jinên azad û demokrat(DOKH) ê ji bo êrîşa li ser Kobanê şermezar bikin û daxweza vekirina korîdora alîkariyê kirin.Bi vê mebestê jinên Amed endamê  Meclisa  Dayikên Aşîtiyê û endamên DOKH'ê li ber Parqa Ormanê hatin bahev. Çalakiya ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat de hatiye li darxistin, bi tevlibûna Hevseroka Navenda  Amedê Zubeyde Zumrut û hûkûknasan û gelek jinan despê kir. Di meşê de pankarta weke "Korîdora alikari ya mirovî zû vekin”  meş ber bi navenda AKP'ê ya Amedê ve hate despê kirin. Lê meşa jinan rastî astangî û barîkatên polîsên jin hatin.Li ser vê yekê jinan duruşmên weke "Bijî berxwedanê YPGYPJ" û "Bijî berxwedana Kobanê"   dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Jinan dan zanîn ku wê çalakiyê wan,heya  barîkatên polîsan ranebe  bidome.


(rt/zt)