Nûçegehanê me serbest hatin berdan

16:24

JINHA


AMED-Jinên ku xwestin balê bikşînin ser êrîşa çeteyan ya ser Kobanê, xwestin bikevin hindirê avahiya TRT'ê a Amedê. Li ser vê yekê bi tevlî jinên ku çalakî li dar xistine nûçegehanê me Kader Gozuoglu û Melek Yuksel yên ku nûçe dişopandin jî hatin bin çav kirin. Îor di saetên nûçegehanê me serbest hatin berdan.


Li Amedê bi armanca bala raya giştî bikşînin ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ên ser Kobanê  endamê Tevgera Jinê Azad a Demokratîk,  (DOKH) ê dendamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di navê de gelek jinan ser avahiya TRT'ê ya Amedê de girtin. Lê belê tevî 23'ê jinan Nûçegehanên JINHA yê Kader Gozuoglu û Melek Yuksel li gel Nûçegehanê DİHA'ê Gokhan Altay hatin bin çav kirin. Piştî birin Mûdîriyata Emniyetê îfadeya wan hate girtin, ji yên ku îfadeya wan hatiya girtin tevî nûçegehanên me 7' kes hatin berdan. 16'e kes jî li benda derketina pêşbirî dozgeriyêne. 


(rt/zt)