Jin dê di navbera gelan de bibin pireke yekitiyê
15:49
Leyla Ayaz/ JINHA
STENBOL
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan li Stenbolê cara yekem konferansek li dar xist û bal kişand ser rêxistinbûna xweser a jinê. Rol û mîsyona HDK’ê li Tirkiyeyê gelek girîng e partî, rêxistin û saziyên sivîl ên muxalîf ên Tirkiyeyê di bin banê HDK’ê de xwe tînin ziman. Wekî her qadê li vî qadê jî jin dixwazin bibin dengê gelên bindest û din ava gelan de bibin pirek.
Li ser vê esasî Meclîsa Jinan a HDK’ê di 10’ê çilê sala 2012’an de dest bi rêxistinbûna xwe ya xweser kir. Di serî de li Enqerê, Îzmîrê, Edeneyê, Kocaeliyê, Samsûnê, Mêrsînê, Denîzliyê, Balikesîrê û Bursayê rêxistinbûna xwe avakir û piştî demek meclîsbûna xwe îlan kir. Jinên ku di bin banê HDK’ê de xwe bi rêxistin dikin gaveke girîng avêtin û yekemîn Konferansa xwe li Stenbolê li salona Petrol Îşê pêk anîn.
Konferansa ku 2 rojan bidome de jin dê der barê pêvajoyê, xebatên xwe yên pratik, polîtîkayên xwe û plansaziya xwe ya pêşerojê binirxinin. Jinan bi pankartên wekî ‘Bedena min a min e’, ‘Li dijî şer, xîzanî û qetilkirina jinê rêxistinbûna xwe avadikin’,’Em makeqanûneke wekhev dixwazin’ û ‘Jin alîgirê muzakere û aştiyê ne’ daxwezên xwe anîn ziman.
Pankarta herî girîng jî ya ku hatî daliqandin rol û mîsyona jinên HDK’ê ya di nava civaka Tirkiyeyê baş dianî ziman ‘Em meclîsê teslîmê zîhniyeta parlamenterên mêr nakin’. Jinan, di konferansê de diyar kirin ku heta ku jin tevli qada siyasetê nebin, ziman, nêrîn, feraset, fikr û ramanê parlamento û siyasetê naguherin, ji berk u li gorî feraseta xwe polîtîkayên xwe diafirînin. Bi taybetî jin bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ya der barê jinê. Jinên HDK’ê gotin ku niha bi polîtîkayên taybet, jinê mehkûmê mal dikin û bi rol û mîsyona dayiktiyê bi sînor dikin. Jinên ku bi salan bi têkoşînên mezin maf girtî îro bi destê hikûmetê tê binpêkirin, jinên HDK’ê di konferansê de da zanîn ku vî tiştî tu carî qebûl nakin û tu carî jî bêdeng namînin. Ji ber vê ji bi vê konferansê dê girîngiya rêxistinbûna xweser a jinê tînin ziman.
Di konferansa jinên HDK’ê jinan destnîşan kir ku em bibin dengê jinên tirk, kurd, ermen, çerkez, bulgar, laz û hwd û ji bo hemû jinan polîtîkayeke hevpar bidin meşandin. Her wiha jinan bêtir li ser mijarên wekî; budçeyê, şîdet, tacîz, tecawiz, qetilkirin û bi taybetî jî li ser şerê ku bi salan tê meşandin û pêvajoya aştiyê rawestiyan.
Jinan gotin ku guhertina yekem divê li herêman pêk bê û tenê li jor û parlamentoyê. Divê civak bi hevre bi biguhere. Nîqaş û nirxandinên jinan dê sibê jî bidome. Li ser rêxistinbûna xwe û faaliyetên xwe rawestin û encamnameya xwe aşkera bikin.
(zd)

