Dê filîmê Pudrasiz di 'Pêşbaziya Netewî' de bê nîşandan

08:49

Handan Tufan / JİNHA


İZMİR – Di 15’emîn Festîfala Filîman ya Îzmîrê ya Navnetewî de di asta ‘Pêşbaziya Netewî’ de filîmên bikevin pêşbaziyê hatin diyar kirin. Di pêşbaziyê de filîmê bi navê ‘Putrasiz’ yê ku lîstokvaniya sînemayan û ser têgiha rastiyê mijarek nû dike armanc cîh girt. Derhinêrê filîm Umut Subaşi her kesê vedixwîne çêkirina filîman.


 Di 15’emîn Festîfala Filîman ya Îzmîrê ya Navnetewî de di asta ‘Pêşbaziya Netewî’ de filîmên bikevin pêşbaziyê hatin diyarkirin. Din ava filîman de filîmê bi navê ‘Putrasiz’ jî cîh girt. Derhinêrê Filîm Tasarimciyê Filîman Umut Subaşi yê ji Beşa Hunerê Ciwanekan ya Fakulteya Zanîngeha Dokuz Eylul ê mewzun bûyî di derbarê filîmê xwe de nirxandin kir.


‘Bêgoman ev lêgereke’


Umut diyar kir ku dema cara yekem ser filîmê “Pudrasiz” fikiriye gelek bi kelecan bûye û got: “Ew kelecan bû sedema ku senaryoya wê derkeve holê. Ev filîm ceribandinekbû. Ez hêvîdarim di derbarê lîstokvaniya sînemayê û rastiya têgihan de nîqaş û nêrînên nû pêşbikevin. Ez jî di derbarê van mijaran de ser sînemayê û amêrên wê difikirim. Bê goman ev lêgerîneke. Ez bawerim filîm jî berhema vê lêgerêye.” Umut da zanîn ku filîmê wi yê bi navê Putrasiz cara yekem di 25’emîn Festîfala Filîman ya Enqerê de hat nîşandan û weke filîmê pêşbaziyê hat hilbijartin û wiha domand: “Dê filîmê min yê bi navê Putrasiz bikeve hilbijartina 15’emîn Festîfala Filîman ya Îzmîrê ya Navnetewî.”


‘Ez her kesê vedixwînim çêkirina filîman’


Umut anî ziman ku filîm û festîfalên filîman mirovên ji cîh û erdnîgariyên cuda bi hev didin nasîn û wiha berdewam kir: “Ji ber wê jî festîfala filîman ji bom in giringe. Li gorîmin ji bo filîmciyan ya herî baş di şert û mercek baş de filîmê xwe pêşkêşkirine.”


 (zt)