Li dijî girêdana teknolojiyê jiyana komînê!

09:37

JINHA


COLEMÊRG – Kurd li gundên xwe bi xwezayî jiyan dikin û hemû debara jiyana xwe ji xwezayê dabîn dikin. Li cihê ketina nava çanda kaputalîzmê ya takekesî welatiyên li gund dijîn jiyanek xwezayî tercîh dikin.


Çanda jiyana komunalê ya ku bi sed alan ser erdnîgariya Mezopotamyayê xwe daye jiyan kirin hîna li gundên kurdan berdewam dike. Yek ji gundên ku jiyana xwezayî têde serwere jî gundê Befircan yê girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgêye. Jinên gund ser sibê zu rasibin karê xwe yê malê dikin û paşê jî diçin bêriyê. Jin ne tenê karê malê û bêrîvaniyê dikin her wiha din ava bax û bîstanan de jî dixebitin. Bê westan şev heya şev dixebitin. Li gel wê xebatê jî ji ber bi dildarî kar dikin tucarî ken û şanazî ji ruçikên ruyê wan jî kêmnabin. Jina bi navê Hanim Timarci ya kul i heman gundî jiyan dike diyar kir ku her çendî mala wan li bajêr heye jî lê destê wan ji gund nabe û wiha qala jiyana gund kir: “Me jiyana xwe daye gund ne teknolojiyê. Em serê sibê nanê xwe dipêjin, diçin bêriyê û paşê jî tên xwarinê amade dikin. Em hem karê nava bîstanan dikin, hem sewal û mirşkan xwedî dikin. Bi giştî jiyana me li gorî jiyanek xwezayî berdewam dike.”


 ‘Em dermanên xwe jî ji xwezayê çêdikin’


Hanim wiha qala jiyana gund dike: “Em li gund dermanên ezaneyan na xebitînin. Ji ber her belkek şînatiya gund û derdorê dermanê derdekêye. Em dizanin ji bo kîjan nexweşiyê kîjan giya tê karanîn. Mînak belkê giyayê havizar ji bo birînan başe û em her dem ji bo cihê birîn wî giyayî di xebitînin. Ez jî van dermanên xwezayî ji xesiya xwe hînbûme.”


 


 (zt)