Xebatkarên Azadiya Welat Kadrî rastî êrîşa çekdarî hat
10:42
Cotmeh
14
/ 2014
JINHA
EDENE - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu bi çekê ji aliyê kesên ne diyar ji situyê xwe ve bi giranî hat birîndar kirin.
Li Edneneyê xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû bi çekê hat birîndar kirin. Kadrî dema li taxa Şakîrpaşayê rojname belav dikir rastî êrîşî kesên ne diyar bûn. Kadrî ji pişt situyê xwe ve bi giranî birîndar bû. Li ciyê buyerê 6 kovanê vala hat dîtin. Kadrî di rê de deme kê dilê wî sekinî û piştî gihaşt nexweşxanê disa dilê wî hat xebitandin. Kadrî bi embûlansê rakirin Nexweşxaneya Acibademê.
(zt)

